Mektûba Huvdehemîn
(Zeyla Lem’eya bist û pencemîn)
Taziyenama Zarokan
بِسْمِهِ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِه
Birayê min ê axîretê Hafiz Xalid Efendiyê bi rûmet!
بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيم
وَبَشِّرِ الصَّابِرِينَ * اَلَّذِينَ اِذَۤا اَصَابَتْهُمْ مُصِيبَةٌ قَالُۤوا اِنَّا لِلّٰهِ وَاِنَّۤا اِلَيْهِ رَاجِعُونَ
Birayê min, ji ber mirina zarokê te ez gelekî xemgîn bûm. Lê,
اَلْحُكْمُ لِلّٰهِ
razîbûna qezayê û teslîmbûna qedera xwe nîşaneke ‹slamê ye. Xwedê Teala sebreke cemîl bide we û rehmetiyê jî ji we re bike zadê axîretê, ji we re bike mehdervan. Emê pênc xalan diyar bikin ku xema we û bawermendên weke we birevîne û hêviyekê bide we.