Madem holê ye; ez tevlî dinyaya hewe nabim, hûn jî tevlî axreta min nebin. Hûn tevlî bibin jî bêhûde ye.
Teqdîra Xwedê bi hêza bazû venagere,
Çirayek Mewla vêxistî be bi pifkirinê venamire.
Ehlê dinya di heqê min de bi awayekî mustesna gelek zêde dikevin nav wehman û hema bêje ditirsin. Derbarê min de hin tiştên mîna şêxîtî, mezinahî, xanedan, xwediyê eşîretê, bi bandor, peyrewên wî zêde, hevdîtina bi hembajariyên xwe re, bi ehwalê dinyayê re pêwendîdar, heta têkiliya siyasetê, heta dijberbûnê xeyal dikin û dikevin nav tirsê. Ev tiştana li cem min tune ne, hebin jî kêmasiyeke siyasî çênake, nabe sedema tirsê. Heta di wê dema ku behsa lêborîna hin kesên di girtîgehê de û derve de kirin, ku li gorî wan ew ne qabilê lêborînê bûn jî, lê hemabêj men’a min ji her tiştî kirin.
Mirovekî xirab û fanî hebû, gotineke wî ya holê xweş û baqî hebû:
Eger topa zulmê hebe, berika wê hebe, keleha wê hebe,
Çepileke netewandî û rûyeke veneger yê heqê heye. 1
Ez ê jî weha bibêjim:
Eger hukmê ehlê dinyayê hebe, mezinahiya wê hebe, hêza wê hebe,
Di xizmetkarê Qur’anê de jî, bi feyza wê ,
Zanisteke şaş nebe, gotineke haş nebe heye,
Dilekî neyê xapandin, nûreke nevemir heye.
Gelek dostên min û ji bilî wan jî fermandarekî ku li min dinêrî çendîn caran ji min pirsiyar kirin: “Çima tu ji bo pelikê serî lê nadî û daxwaznameyê nadî”?
Bersiv: Ez ji ber pênc şeş sedeman serî lê nadim û nikarim serî lê bidim.
Yekemîm: Ma qey ez tevlî dinyaya ehlê dinyayê bûme ku heta ez bibim darazxwarê wan; ez serî li wan bidim. Ez darazxwarê çarenûsa xwedayî me û di pêşberî wê de kêmasiya min heye; ez serî li wê didim.