لَا يُكَلِّفُ اللّٰهُ نَفْسًا اِلَّا وُسْعَهَا
teklîfa ji quwetê zêde nîne. Hem madem rêya bêziyan li ser rêya biziyan tête girtin. Hem madem dostên dinyayê û rutbeyên wê heta li ber deriyê gorê ne; (nexwe) yê herî bextiyar ew e ku ji bo dinyayê axreta xwe wenda neke, axreta xwe fedayî dinyayê neke, jiyana xwe ya sermedî ji ber jiyana dinyayê xirab neke, temenê xwe bi tiştên nelazim telef neke, xwe wekî mêvan qebûl bike, li gorî fermana xwediyê mêvangehê tevbigere, bi selamet deriyê gorê veke û têkeve bextiyariya ebedî. (Haşiye)