Kitaplar
Mektûbat

   Bes, hêj beriya ku tîpên nû derbikevin min ji bo debara xwe rîsaleke xwe ya derbarê Heşrê de dabû çapkirin. Waliyê berê yê bêwijdan ew rîsale hûrnêrîn kir, ji ber ku tiştekî wê ya bê rexnekirin nedît nekarî têkil bibe.

   Gelşeya Sisêyan: Hin dostên min, ji ber ku ehlê dinyayê bi awayekî biguman li min dinêrin, da ku xwe li wan şêrîn bikin, zahirî xwe ji min dûr dikin, teqez rexne dikin. Lê belê ehlê dinyayê yên kone vê “xwe jê dûrkirin” û “xwe jê tirsandin”a wan ji xwe re rast nabînin; teqez bi durûtî û bi bêwijdaniya wan ve girêdidin û bi çavekî xirab li wan dostên min dinêrin.

   Ez ê jî bibêjim: Ey dostên min yên axretê! Ji ber xizmetkariya min ya bo Qur’anê xwe ji min dûr nekin û merevin. Lewra înşallah zirara min nagihîje we. Eger em ferz bikin ku karesat bêt û zordestî li min bê kirin wê demê hûn bi “xwe jê dûr kirin”ê xilas nabin. Wê demê hûn ê wê karesatê û wê zilehê bêhtir heq bikin. Hem çi heye ku hûn xwe ditirsînin?

   Gelşeya Çaran: Ez di vê mişextiya xwe de dibînim ku hin mirovên ku pesnê xwe didin (xodfiroş) û yên ketine teqna siyasetê de bi nêrîneke mîna ya alîgir û dijberan li min dinêrin. Qaşo pêwendiya min jî mîna ya wan bi qewmînên dinyayê re heye.

   Hey efendîno! Ez di pêkanîna îmanê de me; di pêşberê min de pêkhata bêîmaniyê heye. Haya min ji pêkhatên din tune ye. Di nav wan mirovan de yên bi ûcret hin karan bikin dibe ku xwe me’zûr bibînin. Bes ku yek bêûcret, li ser navê xîretê, bikeve rewşeke alîgir û dijber, belaya xwe bi min bide û min biêşîne, ev şaşiyeke gelek xirab e. Lewra wek çawa me beriya niha jî îsbat kiribû ku tu pêwendiya min ya bi siyaseta dinyayê re tune ye. Bes min hemû dema xwe û jiyana xwe bo heqîqetên îman û Qur’anê veqetandiye û weqif kiriye. Madem holê ye, bila ew mirovê ku min diêşîne û wek dijberan belaya xwe bi min dide bihizrîne ku ew kiryara wî her wekî li ser navê bêdînîtî û bêîmanîtiyê belaya xwe bi îmanê dide.

   Gelşeya Pêncan: Dinya madem fanî ye. Hem madem temen kurt e. Hem madem wezîfeyên gelek pêwist pirr in. Hem madem jiyana ebedî dê li vir bête bidestxistin. Hem madem dinya ne bê xwedî ye. Hem madem mudebirekî gelek Hekîm û Kerîm yê vê mêvangeha dinyayê heye. Hem madem ne qencî ne xirabî dê bê ceza bimîne. Hem madem li gorî raza

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat