Pêşgotin
Nivîskarê evê berhema di destê we de, Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di muddetê umrê xwe yê nêzî sed salî de, li hemberî êrîşên leşkerî û çandî û fikrî yên Ewrûpa, li ser nas û esasên Qur’an û Sunnetê, cewher û dînamîkên manewî yên alema Îslamê derpêş kiriye û ji nû vejandiye. Her wuha, bi Kulliyata xwe ya Rîsaleyê Nûr, ekoleke fikrî ya Îslamî ya hemdem pêk aniye.
Seydayê Bedîuzzemanê ku heqîqetên îmanê, ji bo înşa û avadaniya civata Îslamê ya hemdem, wek xerc û xîmê bingehîn destnîşan dike, sûra kelha Îslamê ku tê de qul û gêdûk hatine vekirinê, ji nû ve dest bi temîr û têkûziya wê kiriye. Ev dellalê dikana mucewheran ku bi hessasiyeta serrafekî dixebite, ders û şîroveya Qur’an û Sunnetê ya hemdem, wek kaniyeke ava jînê, digihîne însanên vê esrê ku di nav teferruat û kitkiteyan de fetisîne û di bin kar û barên dunyewî de westiyane û bêtaqet mane. Ewên ku ji vê kaniya bi îksîr vedixwin, di bin siya Qur’an û Sunnetê de, ji nû ve berê xwe didin jînê û ji nû vedigerin heyatê.
Ruhên ku ber bi mirinê ne û bi ax û zarî ne, qelbên ku di bin giraniya barên gunehan de êş û azarê dikşînin û reştarî bûne, dilên ku di nav bêhêviyê de diperpitin û zengarî bûne, bi tîmar û temaseke Mesîh-mîsal, ji nû vedijîn û sax dibin. Meriv dikare bêje ku ewên Rîsaleyên Nûr bi fêm û firaset dixwînin, di heyata xwe de, mezherê heqîqeta ba’sû ba’del mewtekê (vejîna piştî mirinê) dibin.
Çawa ku her dem û dewranek, li gorî xwe, problemên wê hene; her wusa ev esra me jî, pirsgirêkên wê yên li gor wê, hene. Gava meriv rind bala xwe bide pêvajoya tarîxî ya ummeta Îslamê û baş bişopîne, dê were xuyanê ku di her dewr û serdemên fetretê de, muceddîd û murşîd û qutbên mezin ên ku ji eczexaneya Qur’an û Sunnetê reçete û derman derxistine, hatine. Ev egîd û lehengên alema maneyan ên stêrk-mîsal, her yekî wan, wek mûm û meş‘elekî, wek şewq û şemalekî, tarîtiyên kufr û kufranê, delalet û