mirovên mîna min zerar e, ya rast ez nefretê jê dikim. Hetta min ji ber rêzgirtina zêde dostekî xwe yê biqedr û gelek girîng belkî pêncî caran hişyar kiriye û ez pê re xeyidî me. Ew dixwazin min pûç bikin û li ber çavê xelkê kêm bikin. Eger mebesta wan ya ji vê çendê bo heqîqetên îman û Qur’anê yên ez wergêriya wan dikim be, ew bêhûde ye. Lewra perde nakeve ber stêrên Qur’anê. “Yê çavê xwe bimiçîne ew bi xwe nabîne, nikare li xelkê bike şev.”
MIJARA ÇARAN
Bersiva çend pirsên gumreş in
Yekê: Ehlê dinyayê dibêjine min: Tu bi çi dijî? Tu çawa bêyî ku bişuxulî debara xwe dikî? Em di welatê xwe de ji yên naşixulin û debara xwe li ser pişta xelkê dikin hez nakin.”
Bersiv: Ez bi qitûtê (îqtîsadê) dijîm. Ji bilî Rezaqê xwe mineta kesekî nagirim û ez bibiryar im ku negirim jî. Belê ew mirovê ku rojê bi sed pereyan, teqez bi çil pereyan debara xwe bike mineta xelkê nagire. Min nedixwest vê meseleyê rave bikim. Lewra dibe ku xurûrekê, ezîtiyekê (enaniyet) bide hîskirin. Ji ber vê çendê aşkerekirina wê li min nexweş tê. Bes madem ehlê dinyayê bi awayekî gumreş dipirsin; ez ê jî bibêjim ku ji zaroktiya min û vir ve, di hemû temenê min de distûreke min a jiyanê heye ku malê xelkê –welew zekat jî be- qebûl nakim, hem mehnameyê nastînim (bes di Darul-hikmetîl Îslamiye’yê de du salan bi zoriya dostan ez bêgav mam ku qebûl bikim) hem ji bo debara jiyanê nakevim ber minetê. Mirovên min yên li welêt û her weha yên li her derê min nas dikin vê dizanin. Di van pênc salên mişextiyê de gelek dostan hewl dan ku diyariyên xwe bi min bidin qebûlkirin; lê min qebûl nekir.
Eger bê gotin “Ê nexwe tu çawa dijî?”
Ez bi bereket û îkrama îlahî dijîm. Nefsa min çendan her heqaret û her neheqî heq kiribe jî bes, weke kerameteke xizmeta Qur’anê ez derbarê erzaqê de bereketa ku îkrama Xwedê ye, dibînim. Li gorî raza .
وَاَمَّا بِنِعْمَةِ رَبِّكَ فَحَدِّثْ
ez ê hinek qenciyên ku Xwedê