Kitaplar
Mektûbat

hesiband ku her wekî wê bûyerê rûnedaye, min ji bîra kir. Bes mixabin, paşê diyar bû ku Qur’anê ew fihêl nekiriye.

   Çîroka Duyemîn: Îsal min seh kir ku bûyerekê rûdaye. Piştî rûdana wê bûyerê her çiqas min hema bi awayekî kurt ew seh kiribû, lê min kiryareke (mûamele) welê dît ku her wekî bi awayekî cidî pêwendiya min bi wê bûyerê re heye. Jixwe pevrenivîsîna min nebû; hebe jî gelek kêm, min meseleke îmanê ji dostekî xwe re dinivîsî. Heta di nava çar salan de min nameyek tenê ji birayê xwe re nivîsî. Hem min xwe bi xwe ji mirovan dûr dikir (îxtîlat) hem jî ehlê dinyayê men’a min dikir. Bes min di hefteyê de carekê karibû ku bi dostekî, yan du dostên xwe re hevdîtin pêk bianiya. Ji wan mêvanên ku hatibuna gund jî di mehê de yek, dudo deqîqeyekê yan du deqîqeyan derheqê meseleke axretê de me hev didît. Di vî diyarê biyanî de ez bi xwe biyanî, tenê, bêkes… li gundekî ku yekî wekî min nekaribe bo debara xwe karekî bike, men’a min ji her kesî, ji her tiştî hatiye kirin. Heta beriya niha çar salan mizgefteke ku hilweşiyabû min da te’mîrkirin. Li welatê min ji ber ku pelika min ya îmametî û waiziyê hebû ev çar sal in li wê mizgeftê melatiyê dikim (Xwedê qebûl bike) lê di Remezana pîroz ya derbasbûyî de min nikaribû biçima mizgeftê. Carînan min bi tenê nimêja xwe dikir; ez ji xêra nimêja bicemaet ya bîst û pênc qatan bê par mam.  

   Va ye wek çawa min di hemberî kiryara wî karmendê beriya niha du salan de sebr û semax nîşan da eynen welê min di van her du bûyeran de jî sebr û semax kir. Înşallah ez ê bidomînim jî. Ez holê dihizrînim, dibêjim ku, eger ev eziyet, ev tengezarî, ev çewisandin ji ber nefsa min ya eybdar û biqisûr be ez fihêl dikim.

   Dibe ku nefsa min bi vê çendê xwe rast bike û hem gunehên min bêne xefirandin. Min gelek kêfa vê mêvangeha dinyayê dîtiye, ez hinek cefaya wê jî bibînim ez ê dîsa jî şukir bikim. Eger ev çewisandinên ehlê dinyayê ji ber xizmeta min ya îman û Qur’anê be, parastina wê ne ya min e; ez wî hawaleyî Ezîzê Cebar dikim. Eger armanca wan şikandina navdariyeke derewîn ya ku eslê wê tune ye û sedema durûtiyê ye û îxlasê xirab dike be û her weha eger dîsa armanca wan ew be ku berêxwedana mirovan ya bi aliyê min xirab bikin, rehmet li wan be. Lewra ez dibêm qey gihîştina (mezher) berêxwedana mirovan û  bidestxistina navdariya xelkê ji bo 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat