Kitaplar
Mektûbat

 

MIJARA SISÊYAN

   Pirseke holê ya dostên min heye ku rewşa min û vesa min mitale dikin û li wan gelek ecêb tê ku ez di hemberî her karesatekê de bêdeng dimînim: Tu çawa di hemberî van zehmetî û tengezariyan de semaxê dikî? Ji ber ku tu berê gelek bihêrs bûyî û biizet bûyî. Semaxa te ya bo heqareteke hindik jî nebû.

   Bersiv: Du bûyer, du çîrokên biçûk hene, lê guhdarî bikin, bersiva xwe werbigirin.

   Çîroka Yekê: Beriya niha du salan serkarekî der heqê min de, ez nehazir, bêsebeb hin gotinên biçûkêxistinê (tezyîf) û biheqaret gotibûn. Paşê bo min gotin. Bi qasî demjimêrekê bi damarê Seîdê Berê ez xemgîn bûm. Paşê bi dilovaniya Cenabê Heq rastiyeke holê ket ser dilê min, ew tengezarî ji holê rabû û ew mirov bi min da fihêlkirin. Ew rastî ev e:

   Min ji nefsa xwe re got: Eger ew biçûkxistin û ew kêmasiyên ku wî diyar kirine ya şexsê min û nefsa min be, Xwedê ji wî razî be ku eybên nefsa min dibêje. Eger rast bibêje wê min ber bi terbiyeya nefsa min ve bajo û dê bibe arîkar ku ez ji quretiyê rizgar bibim. Eger derew kiribe ev jî bo min arîkariyeke ku min ji durûtiyê û navdariya derewîn ku esasa durûtiyê ye rizgar bike. Belê ez û nefsa xwe li hev nehatine. Lewra min terbiye nekiriye. Yek mirovek bibêje “Va ye dûpişkek li ser stûyê te ye yan di paxila te de ye” û nîşanî mirov bide pêwîst e mirov jê nexeyide, mirov jê memnûn bibe. Eger biçûkxistina vî mirovî ya derheqê min de ji ber sifetê min yê xizmeta îman û Qur’anê be, ew ne ya min e. Ez wî mirovî hewaleyê xwediyê Qur’anê yê min dide şuxilandin dikim; ew Ezîz û Hekîm e. Eger hema bixwaze dijûnan bike min û heqaretê li min bike û min pûç bike; ew jî ne ya min e. Ji ber ku ez mişext im, êxsîr im, biyanî me û destê min girêdayî ye, ne wezîfeya min e ku ez hewl bidim ku rûmeta xwe bi destê xwe biparêzim. Teqez ew (parastina wê) ya wan kesan e yên li vî gundî, li vê navçeyê, li vê parêzgehê serweriyê dikin; ku ez lê mêvan im û ew li min dinêrin. Dema yek heqaretekê li êxsîrê yekê bike ya xwediyê wî ye; ew dê biparêze. Madem rastî ev e, dilê min rehet bû. Min got

وَاُفَوِّضُ اَمْرِۤى اِلَى اللّٰهِ اِنَّ اللّٰهَ بَصِيرٌ باِلْعِبَادِ

 Min welê 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat