Mektûba Şanzdehemîn
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيم
اَلَّذِينَ قَالَ لَهُمُ النَّاسُ اِنَّ النَّاسَ قَدْ جَمَعُوا لَكُمْ فَاخْشَوْهُمْ فَزَادَهُمْ اِيمَانًا وَقَالُوا حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ
Ev name gihîştiye raza
فَقُولاَ لَهُ قَوْلاً لَيِّنًا
ê û dijwar nehatiye nivîsandin.
Ev bersivek e bo wan pirsên ku ji aliyê gelekan ve hem bi eşkereyî hem jî manen hatîne kirin.
Min nedixwest vê bersivê bidim, li min xweş nayê. Min her tiştê xwe bi tewekkûla Xwedê ve girêdaye. Lê belê ji ber ku min di halê min de û di alema min de rehet nahêlin û berê min bi aliyê dinyayê ve difitilînin, ez ê ne bi devê Seîdê Nû, bi devê Seîdê Berê, ne ji bo şexsê xwe teqez da ku dostên xwe û Peyvên xwe ji gumreşî û eziyeta ehlê dinyayê biparêzim ez ê rastiya rewşa xwe bo dostên xwe, bo ehlê dinyayê û hikûmetê rave bikim. Ez Pênc Mijaran rave dikim.