Lewra esmayên baqî yên cilweya wan tê de xuya dikin hene. Ne madûm (tunebûyî) e; lewra siha wicûdeke sermedî bi wan re heye. Heqîqeta wê heye, sabit e, hem bilind e; lewra siheke sabit ya navekî baqî ye; ew navê ku ew tê de xuya dike. Hem
كُلُّ شَىْءٍ هَالِكٌ اِلاَّ وَجْهَهُ
şûreke welê ye ku destê mirov ji masîwayê dikişîne ku hukmê wê li faniyên dinyayê dinêre, da li vê dinyaya fanî ya ne li ser hesabê Xwedê pêwendiya xwe ji tiştên fanî qut bike. Nexwe eger li ser navê Xwedê be, bi manaya herfî be, ji bo Xwedê be, masîwa nakeve tê de ku heta pê şûrê
كُلُّ شَىْءٍ هَالِكٌ اِلاَّ وَجْهَهُ
yê serê wî bête jêkirin.
Bi kurtasî, eger ji bo Xwedê be, Xwedê dîtibe, xeyr namîne ku heta serê wî bête jêkirin. Eger Xwedê nebîne û li ser navê wî nenêre, wê demê her tişt xeyr e. Divê şûrê
كُلُّ شَىْءٍ هَالِكٌ اِلاَّ وَجْهَهُ
bête bikaranîn, perde bête qetandin; da Wî bibîne.
اَلْبَاقِى هُوَ الْبَاقِى
Seîdê Nûrsî