Tê de mijarên wek meseleya Wehdetul Wucûdê, hikmeta fealiyetên ku di gerdûnê de didomin û razên hebûn/heyînê hene.
MEKTÛBA NOZDEHEMÎN
Ji sêsedan zêdetir mucîzeyên ku delîlên pêxembertiya Cenabê Muhemmed (s.e.w) in bi uslûbeke xweş û herikbar beyan dike.
MEKTÛBA BÎSTEMÎN
Xemrevîniyên/teselliyên mizgînîdar û şîfabexş yên derbarê mertebeyên tewhîdê û derbarê îmana bi Xwedê û herweha hukmê “Ji bilî Xwedê tu îlah tune ne” bi awayekî xurt îsbat û şîrove dike.
MEKTÛBA BÎST Û YEKEMÎN
Girîngiya ku mirov di hemberî dê û bavê kal û xizman de bi awayekî şefqet û dilovanî tevbigere de rave dike.
MEKTÛBA BÎST Û DUYEMÎN
Girîngiya biratiya di navbera musilmanan de; xirabiya terefgirî, rik û hesedê ku dibin sedema kîn û neyartiyê û zerara van ya di jiyana şexsî û komelî de bi ûslebeke îqnaker beyan dike.
MEKTÛBA BÎST Û SÊYEMÎN
Bersiva heft pirsên ku di mijarên curbecur de hatine kirin, digel wê jî hikmet û girîngiya çîroka Yûsuf eleyhîselam ku çîroka herî xweş ya Qur’ana pîroz e vedibêje; heyîna jiyaneke ebedî û bextewar ya ji vê dinyaya fanî xweştir û bextewartir rave dike; hişyar dike ku pêwist e di bin ronahiya vê heqîqetê de jiyan ji nû ve were sererastkirin.
MEKTÛBA BÎST Û ÇAREMÎN
Hikmetên teceliyan yên navên Rehîm, Kerîm û Wedûd yên ji Esmaul Husna ne û razeke girîng ya ji razên gerdûnê yên zanîna wan zor in rave dike; digel wê di Zeylê wê ya Yekemîn de girîngiya duayê rave dike, di zeyla wê ya Duyemîn de jî beyaneke kin û xweş ya derbarê Mewlîdê Şerîf heye.
MEKTÛBA BÎST Û PÊNCEMÎN
Nehatiye nivîsandin
MEKTÛBA BÎST Û ŞEŞEMÎN
Ev Nameyeke ku ji çar beşan pêk tê; di wan beşan de gelik meselêyên wek; bersivek xurt û dengbir ya di hemberî wesweseyên şeytan û alîgirên wî yên derbarê Qur’anê de hatîn dayîn; meseleya netewaperwerî û nijadperestiyê; tefsîra peyva Rebbûl alemînê; naskirin û zanîna Xwedê ya di wateya heqîqî de; raveya ayeta “Me mirov rûmetyar kiriye”; raveyeke pêwistiya ku her demê îman were nûkirin; raveya meselaya wergera Qur’anê…
MEKTÛBA BÎST Û HEFTEMÎN