Gava Duduyan: ayeta
وَلاَ تَكُونُوا كَالَّذِينَ نَسُوا اللّٰهَ فَاَنْسٰيهُمْ اَنْفُسَهُمْ
îşaretî wê dike.
Gava Sisêyan: ayeta
مَۤا اَصَابَكَ مِنْ حَسَنَةٍ فَمِنَ اللّٰهِ وَمَۤا اَصَابَكَ مِنْ سَيِّئَةٍ فَمِنْ نَفْسِكَ
îşaretî wê dike.
Gava Çaran: ayeta
كُلُّ شَىْءٍ هَاِلكٌ اِلاَّ وَجْهَهُ
îşaretî wê dike. Raveyeke kurt ya van çar gavan eve ye ku:
Di Gava Ewil de: Wek çawa ayeta
فَلاَ تُزَكُّۤوا اَنْفُسَكُمْ
îşaret dike. Divê nefsa xwe berî (tezkiyeya nefsê) neke. Lewra mirov ji aliyê cîbîliyet û fitretê ve ji nefsa xwe hez dike. Bê guman serê ewil ew bixwe ji nefsa xwe tenê hez dike, her tiştê xwe gorî nefsa xwe dike. Bi awayekî ku layiqî xwedayekî nefsa xwe pesin dide. Bi tenzîheke layiqî xwedê nefsa xwe ji eyban tenzîh dike, berî dike. Hetanî ji destê wî têt kêmasiyan layiqî xwe nabîne û qebûl nake. Di awayekî ku ji nefsa xwe re perestîşê bike ewqas bi dijwarî wê diparêze. Heta wan cîhaz û wê behreya ku emanetî fitreta wî hatine kirin û ji bo ku pesn û tesbîhê Mabûdê Heqîqî bike jê re hatine dayîn ji nefsa xwe re dimezixîne û (ji ber vê çendê) digihîje raza
مَنِ اتَّخَذَ اِلٰهَهُ هَوٰيه
yê. Xwe dibîne, ewleyiya wî li wî tê, xwe diecibîne. Vaye di vê pileyê de, di vê ‘gav’ê de berîbûna wî paqijbûna wî ewe ku: Wê berî neke, fihêl neke.