Zeyl
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِالرَّحٖيمِ
[Girîngiyeke mezin ya vê zeyla biçûçik heye. Ji her kesî re sudmend e.]
Terîqetên ku digihijîne Xwedê gelek in. Hemû terîqên heq ji Qur’anê hatine wergirtin. Bes hin terîqet hene ku ji yên din kurttir, biselamttir û giştîtir dibin. Di nav wan terîqan de ya min bi fêhma xwe ya qasir (ya bi zorê dixebite) ji Qur’anê sûd wergirtî terîqa “ecz, feqr, piyarî û tefekur”ê ye. Belê eciz jî terîqeke mîna evînê, bêguman hîn biselamettir e ku bi terîqa perestiyê heta diçe mehbûbiyetê. Feqr jî digihîjîne navê Rehman. Hem piyarî jî terîqeke mîna evînê, bê guman hîn tûjtir û berfirehtir e ku digihîjîne navê Rehîm. Hem tefekur jî riyeke mîna evînê, bêşik dewlemendtir û geştir û berfirehtir e ku digihîjîne navê Hekîm. Ev terîq ne mîna terîqên veşarî (xefî) deh gavên mîna “Deh Hestan” (Letaîfê Eşere) ne û mîna terîqên aşkere (cehriye) heft nefs (nûfûsa seb’e), gavên tên avêtin bo heft pileyan e; bê guman ji “Çar Gav”an pêk tê. Ji terîqetê pitir heqîqet e, şerîet e. Bila şaş neyêt fêmkirin: (Ewe ku mirov) ecz û feqr û kêmayiya xwe di hember Xwedê de bibîne. Yan jî ne ewe ku mirov wan bike û nîşanî xelkê bide. Wirdên vê terîqa kurt: Tebaiyeta sunetê ye, kirina ferzan e, terikandina gunehên mezin (kebaîr) e. Û xasma nimêjê bi te’dîlê erkan bike, tesbîhatên li pey nimêjê bike.
Gava Ewil: ayeta
فَلاَ تُزَكُّوِاۤ اَنْفُسَكُمْ
îşaretî wê dike.