xwe dixe şûna îbadetê û kirariyên xwe yên bi dinyayê ve eleqedar dixe şûna ‘emelên axretê û ji ber ku sermayeya temenê xwe spehî dişixulîne xulekên temenê xwe dixe şûna dendikên ku simbilên jiyana ebedî bide.
Ya Nehan: Bi seyr û silûka qelbî û bi têkoşîna giyanî û bi pêşdeçûna manewî hewl bide ku bûbe însanê kamil; ango bûbe bawermendekî rast û misilmanekî tam; ango nekû bişeklî tenê, bê guman heqîqeta îmanê û heqîqeta Îslamê bi dest bixe; ango di nav vê gerdûnê de û ji aliyekê ve wek nûnerê gerdûnê, raste rast ji Xaliqê Zulcelalê gerdûnê re bûbe bende û bûbe muxateb û bûbe dost û bûbe xelîl û bûbe neynik; û bide nîşandan ku ew di ehsenê teqwîmê de ye; û bipeyitîne ku benî-Adem li ser ferîşteyan re ne û bi baskên îmanî û emelî yên şerîetê bifire meqamên bilind û di vê dinyayê de li bextewariya ebedî binêre, bê guman têkeve wê bextewariyê jî.