Ya Duduyan: Dil, ku navenda makîneya mirovî ye û zembereka wê ye, terîqet dibe wesîte û dixebitîne û bi wê xebitandinê hestên din yên mirovî dixe tevgerê û wan ber bi fitreta wan ve diajo û dibe mirovek heqîqî.
Ya Sisêyan: Di rêwingiya alema berzex û axretê de, tevlî silsileyeke ji silsileyên terîqetê dibe û di riya ebed-ûl abadê de bi wê qafîleya nûranî re dibe heval û ji tenêtiyê rizgar dibe û di dinyayê de û di berzexê de ji aliyê manewî ve sebra xwe bi wan tîne û di hember êrîşên ewham û gumanan de pişta xwe dide koma wan û îtîfaqa wan û her seydayekî xwe di pileya delîleke bigirte û bihêz de dibîne û bi wan re guman û delaletên ku dikevin ser dilê wî diqewirîne.
Ya Çaran: Naskirina Xwedê (marîfetullah) ya di îmanê de ye û zewqa hezkirina Xwedê ya di wê naskirinê de ye bi wesiteya terîqeta safî tê digihîje û bi wê têgihiştinê ji tenêtiya tam ya dinyayê û ji xurbeta tam ya mirovî ya di gerdûnê de ye rizgar dibe. Me di gelek Peyvan de peyitandiye ku bextewariya herdu aleman û xweşiya bêlem û hevaltiya bê tenêtî û xweşiyê rastî û bextewariya cîdî di heqîqeta îman û Îslamiyetê de ye. Wek çawa di Peyva Dudoyan de hatiye beyankirin: Di îmanê de dendikeke dara tûbaya Bihiştê heye. Vaye bi terbiyeya wê terîqetê ew dendik werar dibe (neşwûnema), xuya dike.
Ya Pêncan: Bi hişyariyeke qelbî ya ji terîqet û zikrê Xwedê têt, hestên rastî yên di tewaqeyên şer’î de ne hîs dike, teqdîr dike… Wê demê taetê ne mîna suxreyê dike, bi îştiyaq dike, perestiyê bicî tîne.
Ya Şeşan: Meqama tewekulê û payeya teslîmê û pileya rizayê bidest dixe ku (ewana) sebeb û wasiteya rastî ya zewqa rastî û teseliya cîdî û lezzeta bêkeder û hevaltiya bêtenêtiyê ye.
Ya Heftan: Bi wesiteya îxlasa ku merc û encama herî girîng ya silûka terîqetê ye ji rezalêtên mîna şirka veşarî û riya û tesnnû’ê (Xwe biqîmet-nîşandayina zorakî) rizgar dibe û bi wesiteya tezkiyeya nefsê ku mahiyeta xebitîna (mahiyeta ameliye) terîqetê ye, ji xetereya nefsa emare û ji xweperestiyê rizgar dibe.
Ya Heştan: Tewecûh û aramiya ku bi zikrê qelbî û bi tefekura aqlî ya di terîqetê de bidest xistî û bi wesiteya niyetên baş adetên