Ya Sisêyan: Hin yên bi rapirî hişkebaweriya terîqetê bi wan re heyî adab û ewradê terîqetê li ser Suneta Seniye re digrin, bi vî hawî dijberiya Sunetê dikin û Sunetê diterikînin, bes dest ji wirdê xwe bernadin. Bi wî sûretî rewşeke bêganetiyê tête ser adabên şer’î; dikeve gîteyê.
Wek di gelek Peyvan de hatiye peyitandin û muheqiqên ehlê terîqetê yên mîna Îmamê Xezalî û Îmamê Rebanî gotine ku: “Meqbûlbûna ku ji aliyê peyrewiya Suneta Seniyeyeke bitenê têt, nabe ku ji sed adab û nafîleyên taybet werin. Wek çawa ferzek li ser hezar Sunetan re tê girtin; Suneta Seniyeyeke tenê jî li ser hezar adabên tesewfê re tê girtin.
Ya Çaran: Beşeke rapir y ehlê tesewufê, sirûşê mîna wehyê zen dike û sirûşê ji çêşîdê wehyê qebûl dike, dikeve gîteyê. Di Peyva Duwanzdeh û di Peyva Bîst û Pêncê ya der barê mucîzeyiya Qur’anê de û di rîsaleyên din de gelek qet’î hatiye peyitandin ka pileya wehyê çiqas bilind û gişkî û pîroz e û sirûş jî nisbet wê çi qas cuz’î û zenûn e.
Ya Pêncan: Beşeke mutesewifên ku raza terîqetê fêm nakin ji bo ku zeîfan teqwiye bikin û yên sist wêrek bikin û bêzarbûn û meşeqeta ku ji xizmeta zêdê têt sivik bikin; zewq û nûr û kerametên ku bêyî xwestin tên dayîn li wan xweş tê û dildayê (meftûn) wê dibin; (wana) li ser îbadet, xizmet û ewradî re digrin; dikevin gîteyê. Di Niqteya Sisêyê ya Telwîha Şeşê ya vê rîsaleyê de bi kurtî hatiye beyankirin û di Peyvên din de bi qet’î hatiye peyitandin ku: Ev dinya cihê xizmetê ye, ne cihê ûcretê ye!
Yên ûcreta xwe li vir dixwazin; hem mêweyên baqî û daîmî vediguherînin şiklekî fanî û demdemî, mayîna dinyayê li wan xweş tê, nikarin bi awayekî muştaq li berzexê binêrin; herwekî, ji aliyekê ve ji jiyana dinyayê hez dike, Lewra tê de cûreke axretê dibîne.
Ya şeşan: Beşeke ehlê silûkê yên ne ehlê heqîqetê ne ji ber ku siha meqamên weliyan û mînakên wan yên cuz’î tevlî meqamên eslî yên gişkî (kulî) dikin, dikevin gîteyê. Di Çiqila Dudoyan ya Peyva Bîst û Çarê û di Peyvên din de bi qet’î hatiye peyitandin ku: Wek çawa Roj bi wasiteya neynikan zêde dibe; hezaran Rojên mîsalî eynen mîna Rojê dibe xwediyê ronahî û germiyê. Bes ew Rojên mîsalî nisbet Roja rastî gelek zeîf in. Eynen mîna wê: Hin sihên meqamên pêxemberan û yên weliyên mezin hene.