Kitaplar
Mektûbat

Heta min dît ku: Yekî ku tenê dilê wî hişyar bûyî û ji dûr ve raza welîtiyê di xwe da hîs kirî xwe qutbekî mezin dizaniya û helwesteke wusa nîşan dida. Min got: “Birayê min! Wek çawa, qanûna dewletê (seltenetê) ji daîreya serokwezîr bigre hetanî daîreya mûdîrê nehiyeyê cîlweyên wê yên piçkî-gişkî hene, eynen welê jî welîtî û qutbîtiyê jî daîre û cîlweyên wê yên cur be cur hene. Her meqamekî gelek sihên wê hene. Te cîlweya mezin ya qutbîtiyê ya mîna ya serokwezîrî di daîreya xwe ya ku di şûna daîreya mûdîrekê ye de dîtiye, tu xapiya yî. Tişta ku te dîtiye rast e, bes hikmê te şaş e. Firaqeke av ji mêşekê re deryayeke biçûk e.” Ew zat înşallah ji vê bersiva min şiyar bûye û ji wê xetereyê rizgar bûye.

   Hem min gelek mirov dîtin ku xwe Mehdî dizaniyan û digotan “Ez/em ê bibim/n Mehdî.” Ev zatana ne derewker in û ne xapînok in, bêguman ev têne xapandin. Dibêjin qey ew tiştên ku wan dîtine rast in. Wek çawa cîlweyên tecelîbûna Esmayê îlahî yên ji daîreya Erşê E’zem bigre hetanî dinokekê hene û gihiştina wî esmayî jî wê nisbetê tê guhortin. Eynen welê jî pileyên welîtiyê yên ji gihiştina esmayî pêk tê jî têvel in. Sedema herî girîng ya vê tevlîhevkirinê (îltîbas) eve ye: Wek çawa di nav hin meqamên ewliya de taybetmendiya erka Mehdî heye û nîsbeteke xas ya qutbê mezin dixuye û pêwendiyeke taybet ya Cenabê Xizir heye, hin meqamên bi hin navdaran (meşahîr) re pêwendîdar hene. Heta ew meqamana wek “Meqamê Xizir”, “Meqamê Uweys” û “Meqamê Mehdîtiê” tên gotin.

   Vaye li ser vê razê, yên dikevin wî meqamî yan jî nimûneyeke cuz’î ya wî meqamî yan jî dikevin bin siheke wî meqamî xwe wek wan zatên navdar yên bi wî meqamî re pêwendiyeke taybet heyî zen dikin. Xwe Xizir dihesibîne yan jî bawer dike yan jî xiyal dike ku ew qutbekî mezin e. Eger xweperestiyeke wî ya hezkirina meqamî (huba cah) nebe di wê rewşê de mekhûm nabe. Dozên wî yên ji hedî zêde şetehet tê hesibandin. Dibe ku bi wê mes’ul nebe. Eger berê xweperestiya wî di bin perdeyê de li hezkirina meqamî (huba cah) be; ew zat di hember xweperestiya xwe de têk biçe û şikurê berde û têkeve pesnê (fexrê), paşê bere bere dê ji pesnê ber bi quretiyê ve (xurûrê.) bikeve. Yan dê bikeve pileya dînan yan jî dê ji riya heq derkeve. Lewra, ewliyayê mezin mîna xwe dihesibîne, dê husna zena wî ya di der barê wan de bişikê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat