Beşa Nehan
Neh Telwîh
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
اَلاَ اِنَّ اَوْلِيَۤاءَ اللّٰهِ لاَ خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلاَ هُمْ يَحْزَنُونَ
[Ev beşa hanê der heqê riyên welîbûnê de ne û “Neh Telwîh”in.]
TELWÎHA EWIL
Di bin navên “tesewuf”, “terîqet”, “welayet” û “seyr û silûk”ê de heqîqeteke pîroz ya şêrîn, nûranî, xweş û rûhanî heye ku rastîgerên (muheqîq) ehlê zewq û keşfê bi hezaran cild pirtûkên xwe yên ku nivîsandine ew heqîqeta pîroz ji bo umetê û ji bo me daxuyandine, wane dane, wesfandine.
جَزَاهُمُ اللّٰهُ خَيْرًا كَثِيرًا
Em ê ji ber zorlêkirina vî zemanî, ji wê heftbehranê (okyanûs) çendek çilkan/dilopan destnîşan bikin.
Pirs: Terîqet çi ye?
Bersiv: Mebesta esas ya terîqetê (ewe ke) wek me’rîfet û xuyabûna heqîqetên îmanê, di bin siha Mî’raca Ehmedî (s.e.w.) de, di encama seyr û silûka rûhanî ya bi lingê dilî ve, gihiştina heqîqetên îman û Qur’anê ya zewqî, halî û bi dereceyekê şuhûdî; bi navê “terîqet” û “tesewuf”ê, razeke însanî ya bilind û kemaleke beşerî ye.
Belê, ji ber ku mirov di vê gerdûnê de fîhrîsteyeke komker (camî’e) e, dilê mirov di şûna nexşeya manewî ya hezaran aleman de ye.