hem qutbê mezin bişîne û ew zat dê ji Ehlê Beyta Nebewî be. Cenabê Heq wek çawa di zerfê xulekekê da di navbera erd û asîmên tejî ewr dike û vala dike, di çirkeyekê da firtûneya deryayê disekinîne û di nava biharê da, di demjimêrekê da mînaka havînê û di havînê de, di demjimêrekê da bahoza zivistanê îcad dike; ew Qedîrê Zulcelal bi Mehdî dikare tarîtiyên alema Îslamê belav bike. Û wehd kiriye, helbet dê wehda xwe bîne cih.
Eger ji aliyê Qudreta îlahî ve lê were nihêrtin gelek hêsan e. Eger ji aliyê daîreya sebeban û hikmeta Rebanî ve were hizirandin dîsa ewqas maqûl e û layiqî çêbûnê ye ku; eger ji Muxbîrê Sadiq rîwayet nebe jî her hal pêwist e welê be û wê çêbibe; ehlê tefekurê holê qebûl kirine. Holê ku: Felîllahîlhemd duaya
اَللّٰهُمَّ صَلِّ عَلٰى سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ وَعَلٰۤى اٰلِ سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ كَمَا صَلَّيْتَ عَلٰۤى اِبْرٰهِيمَ وَعَلٰۤى اٰلِ اِبْرٰهِيمَ فِى الْعَالَمِينَ اِنَّكَ حَمِيدٌ مَجِيدٌ
-ev duaya ku umet hemû, di hemû nimêjên xwe de, rojê pênc carî dubare dike- li ber çavan xuya dike ku qebûl bûye ku; Alê Muhemmed Eleyhîselatû Weselam mîna Alê Îbrahîm Eleyhîselam rewşeke welê standiye ku; di serê hemû silsileyên bimbarik de, di cihê civîna (mecme’) hemû dever û sedsalan de ew zatên nûranî serfermandariyê dikin. (Haşiye) Û ewqas zêde ne ku yekûna wê dike artêşeke gelek mezin. Eger bikeve şeklê madî û bi piştgiriyê bikevin rewşa grûbekê û ola Îslamê di şûna netewayiyeke pîroz de, girêdaneke yekbûnê û hişyariyê çêbikin, artêşa tu netewayan nikare xwe li hemberî wan de rabigre. Vaye ew artêşa gelek zêde û xwedîkarîn (muqtedîr) Alê Muhemmed Eleyhîselatû Weselam e û artêşa xas ya Mehdî ye.