Beşa Heftê
Heft îşaret
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
فَاٰمِنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِهِ النَّبِىِّ اْلاُمِّىِّ الَّذِى يُؤْمِنُ بِاللّٰهِ وَكَلِمَاتِهِ وَاتَّبِعُوهُ لَعَلَّكُمْ تَهْتَدُو
[Wek bersiva sê pirsan Heft Îşaret in. Pirsa Ewil çar îşaret in.]
ÎŞARETA EWIL
Girtek û delîlên wan kesên ku hewl didin ku Nîşaneyên Îslamê biguherînin, wek çawa di her tiştê neçê de jî welê ye dîsa di rûyê teqlîdkirina korkorane ya biyaniyan de ye. Dibêjin ku: “Li Lendenê yên misilman bûyîn û ji biyaniyan yên tên îmanê, li welatên xwe tiştên mîna bang û qametê werdigerînin zimanê xwe û welê dikin. Di hemberî wan de deng ji Alema Îslamê dernakeve, îtîraz nakin. Nexwe cewazeke şer’î heye ku xwe ew kerr dikin.”
Bersiv: Cudayiyeke ewqas zahir ya vê qiyasê heye ku, qiyaskirina wê ya bi wan re û teqlîdkirina wê ji tu aliyan ve ne karê hişmendan e. Lewra di tabîra şerîetê de ji welatên biyanî re “Darulherb” tê gotin. Di Darulherb’ê de dibe ku ji gelek tiştan re cewaz hebe ku di Darul Îslamê de ne caîz in.