Dîrokçeyeke Pîroz
Dîroka sala ku razeke mû’cîzeyiya girîng ya Qur’ana Hekîm xuya bûyî dîsa di lefza Qur’anê de ye. Holê ku:
Peyva Qur’anê li gorî hesaba ebcedê dike sê sed û pêncî û yek. Di nava wê de du elîf hene; eger elîfa veşarî “elfûn” were xwendin “Elfûn”a ku di wateya hezarê de ye. (Haşiye) Nexwe dibe ku ji sala 1351’rê sala Qur’anê were gotin. Lewra, wê salê raza sosret/ecêb ya di tewafuqata Lefza Qur’anê de di perçeyên Rîsaleyê Nûrê ku tefsîreke Qur’anê ye de xuya bû. Û nivîsandina Qur’aneke ku neqşekî mû’cîzeyiyê nîşan dide ya di terzekî nû di heman salê de dibe. Û hewildana parastina xeta Qur’anê ya şagirtên Qur’anê ya di hemberî guhertina xetta Qur’anê de di heman salê de ye. Û zewqên mucîzeyiya girîng ya Qur’anê di heman salê de xuya dibe. Hem di heman salê de bûyerên ku bi Qur’anê re gelek pêwendiya wan heye, çêbûne û heçko çêbibin…