Kitaplar
Mektûbat

Ehlê heqê ji mecbûrî bi terikandina eneyê dikare xizmeta heqê bike. Di bikaranîna “ene”yê de mafdar jî be, hemin ku dişibe yên din û ew jî wan mîna xwe nefîsperest zen dikin, di hemberî xizmeta heqê neheqî ye. Digel vê çendê, xizmeta Qur’anê ya ku em li derdora wê kom bûne, “ene”yê qebûl nake. “Nehnu”yê dixwaze. Dibêje ku: “mebêjin ‘ez’, bibêjin ‘em’” Helbet qenaeta me hatiye ku ev birayê we yê feqîr bi “ene”yê derneketiye qadê. We ji “ene”ya xwe re nake xizmetkar. Bê guman weke xizmetkarekî Qur’anê yê bê “ene” xwe nîşanî we daye. Û mesleka ku xwe neecibîne û nebe alîgirê “ene”ya xwe, girtiye. Digel vê çendê bi delîlên qet’î ji we re peyitandiye ku:

   Ev berhemên ku ji boyî sudjêwergirtinê li holê ne, malê xezînê (mîrî) ne; ango çiziranên Qur’ana Hekîm in. Tu kes nikare li wan xwedî derbikeve! De ka wek ferzê muhal ez bi “ene”ya xwe li wan berheman xwedî derketim, wek birayekî min gotî: Hemin deriyê vê heqîqeta Qur’anî vebû, divê ehlê ilm û kemalê bêyî ku li kêmasiyên min û negirîngbûna min binêrin, xwe ji pey min nedin alî, xwe ji min nehewce nebînin. Her çiqas berhemên zanyarên bihûrî (selefê salihîn) û zanyarên ehlê tehqîqê gencîneyeke mezin ya kafiyê her derdî ne; bes carna dibe ku mifteyek ji gencîneyekê pitir girîng be. Lewra gencîne girtî ye; lê mifteyek dikare çen gencîneya vebike. Ez dibêm qey ew kesayetiyên ku xwediyê xweperestiyeke ilmî ya zêde ne fêm kirin ku: Her yek ji wan Peyvên ku hatine belavkirin mifteyeka Qur’ana Hekîm in û şûreke elmasî ne ku li serê wan kesên ku hewl didin ku wan heqîqetan înkar bikin. Bila ew ehlê fezl û kemalê û ew kesayetiyên ku xwediyê xweperestiyeke ilmî ya zêde ne zanibin ku neku dibin şagirtên min, dibin şagirtê Qur’ana Hekîm. Ez jî hevalekî wan ê dersê me. Deka wek ferzê muhal ez doza ûstadiyê bikim, hemin me çareyeke ku ji yên ewam bigre hetanî xwendeyan hemû tebeqeyên ehlê îmanê ji weswese û gumanên ku ew bi wan re rû bi rû mane rizgar kirine; (nexwe) ew alim yan divê çareyeke hîn hêsan peyda bikin yan jî divê ew jî wan ji bo xwe pêwist bibînin û bibin alîgir. Der heqê ulemaê sû’ê de tehdîdeka mezin heye. Di vê demê de pêwist e ehlê ilmê zêde baldar bin.

   De ka wusa hesab bikin ku mîna zena dijminên me ez li ser hesaba ene’yê xizmetê dikim. Ku ji bo mebesteke dinyayê û netewî gelek kesayetî xweperestiya xwe diterikînin û bi dilsoziyeke tam li der dora merivekî xûy-fîr’ewn kom dibin û bi piştgiriyeke zêde karî dikin, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat