Kitaplar
Mektûbat

Şofarên (xefiye) ehlê dinyayê û bangeşekerên ehlê delaletê ji vî demara merivên nexwende (ewamê), xasma ya aliman gelek sûdê werdigirin. Ditirsînin, bedgumaniyên wan tehrîk dikin.

   Wek mînak: Wek çawa da ku wî merivê li ser bên e têxin xetereyê merivekî dekbaz tiştekî ku li ber çavê wî yê waswasok (biewham) bi zerar e nîşan wî dide, wehma wî tehrîk dike, wî diqewirîne diqewirîne ta ku ew meriv tê ber lêva bên, serserkî dikeve, stûyê wî dişikê. Eynen wusa jî; bi wehmên gelek bêqîmet gelek tiştên girîng didin fedakirin. Heta, ji bo ku mêş wî gez nede dikeve devê marî. Demekê, “Xwedê rehma xwe lê ke- zatekî girîng ji suwarbûna kelekê ditirsiya. Êvarekê em digel hev ji Stenbolê hatin pirê. Pêwist bû ku em li kelekê suwar bibûna. Trembêl tune. Em mecbûr bûn ku biçûna Sultan Eyûbê. Min israr kir. Got:

   “Ez ditirsim, dibe ku em noqî bibin!” Min jê re got: “Li vê Kendavê bi texmînî çend kelek hene?” Got: “Dibe ku hezar (heb) hebin.” Min got: “Gelo di salê da çend kelek binav dibin?” Got: “Yek-dudu, di hin salan de qet binav nabin.” Min got: “Sal çend roj in?” Got: “Sêsed û şêst roj in.” Min got: “Dibetiya wê noqînê ku belaya xwe li te dide û dibe sedema tirsa te ji sêsed û şêst hezar dibetiyan dibetiyek e. Ew kesê ku ji dibetiyeke holê bitirse ew ne mirov e, nabe heywan jî.” Hem min jê re got: “Gelo li gorî texmîna te tu dê çend salan bijî?” Got: “Ez kal bûme, dibe ku ez deh sal din jî bijîm.” Min got: “Ecel ji ber ku veşarî ye, her roj dibetiya mirinê heye; nexwe, di sê sed û şêst rojan de her roj mirina te muhtemel e. Vaye, neku mîna kelekê ji sêsed û şêst dibetiyan dibetiyekê, bêguman ji sê hezar dibetiyan dibetiyeke ku îro tu bimirî, biricife, bigirî û wesiyetên xwe bike!” Hişê wî hate serê wî, berê diricifî, li kelekê siwar bû. Di nava kelekê de min jê re got: “Cenabê Heq, demarê tirsê ji boyî parastina jiyanê daye, neku ji boyî xirakirina jiyanê! Ji bo ku jiyanê giran bike, zehmet bike, kedernak bike û bike ezab nedaye. Tirs, ji du, sê, çar dibetiyan dibetiyek e.. heta ji pênc-şeş dibetiyan dibetiyek be, wê demê dibe ku tirseke îhtiyadkar rewa be. Bes ku ji bîst, sih, çil dibetiyan dibetiyekê bitirse, ew bedgumanî (ewham) ye, jiyanê dike ezab.”

   Vaye birayên min! Eger ew çaplûsên bêolan ji bo ku we bitirsînin û êrîşî we bikin ku daku hûn dest ji cîhada manewî ya pîroz berdin; ji wan re bibêjin: “Em hîzb-ul Qur’an in. Bi raza

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat