stranên pîs û bêedeb û yên der barê fuhşê de bistirê û bide ber qîran û bireqise û xwe hilavêje; wê demê wê wan zarokên şûm bikenîne, ji ber ku ew teşwîqî fuhûşê kirine wê li hesaba wan serseriyên bêsinc were û wê beşişîna tinazpêker ya wan biyaniyên ku ji dîtina qisûra Îslamê re kêfxweş bûyîn celb bike. Bes dê bibe sedema nezereke nefret û heqaretê ya hemû wan ferdên wê cemaeta mezin û bimbarik. Dê li ber çavê wan ewqas rezîl bibe ku herwekî ketiyî esfelê safilînê.
Vaye eynen mîna vê mînakê, alema Îslam û Asyayê mizgefteke mezin e. Û ehlê îmanê û ehlê heqîqetê ew cemaeta muhterem ya di wê mizgeftê de ye. Heçîke ew zarokên şûm in çaplûsên aqil-zarok in. Ew bêsincên serserî; ew adiyên frenkmeşreb, bê netewe û bê ol in. Ew temaşekerên biyanî jî, rojnamegerên belavkerê ramanên biyaniyan in. Her misilmanek, xasma ehlê fezl û kemalê be; li gorî pileya xwe di vê mizgeftê de cihekî wî heye, tête dîtin, dêhn û bal dikevin ser de. Eger ji aliyê îxlas û rizaya îlahî ku razeke esasî ya Îslamiyetê ye ve, tevger û emelên der barê hukm û heqîqetên pîroz yên Qur’ana Hekîm de ders dayîn xuya bibe, lîsanê halê wî ji aliyê manewî ve ayetên Qur’anê bixwîne; wê demê dê ji aliyê manewî ve bikeve duaya
اَللّٰهُمَّ اغْفِرْ لِلْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ
ya wirdê zebana her ferdekî alema Îslamê ye û wê behredar bibe û wê bi hemûyan re mîna birayan eleqedar bibe. Bes li ber çavê hin ehlê delaletê yên mîna heywanên zerardar û hin ehmeqên di şûna zarokên birih de ne qiymeta wan naxuye.
Eger ew meriv şahrêya nûranî ya hemû kalkên xwe yên ku jê re rûmet dayîn qezenckirin û hemû pêşiyên xwe yên sedema îftîxara wî ne û selefê salihînê ku ji aliyê giyanî ve ji xwe re palpişt zanî biterikîne û kar û tevgerên mîna yên heweskaran û hewaperestan û riyakaran û şohretperweran û bîd’ekaran bike; dê ji aliyê manewî ve li ber çavê hemû ehlê heqîqet û hemû ehlê îmanê bikeve mewqiyê herî rezîl. Li gorî raza