Beşa Şeşan ku Rîsaleya Şeşan e
[Daku şagirt û xizmetkarên Qur’ana Hekîm werin hişyarkirin û neyên xapandin hatiye nivîsandin.]
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
وَلاَتَرْكَنُۤوا اِلَى الَّذِينَ ظَلَمُوا فَتَمَسَّكُمُ النَّارُ
Ev Beşa Şeşê, înşallah dê bike ku şeş fendên şeytanên mirov û cinan bi ser nekevin û dê şeş riyên wê yên êrîşê asteng bike.
FENDA EWIL
Şeytanê mirovî li ser wê waneya ku ji şeytanê cinî wergirtî dixwaze xizmetkarên fedakar yên hîzbûl Qur’anê bi wesiteya hezjêkirina meqamî (hubba cah) bixapêne û bike ku ew dest ji wê xizmeta pîroz û ji wê cîhada bilind (ulwî) berdin. Holê ku:
Di her ferdekî mirovê ehlê dinyayê de çi hindik, çi zêde daxwazeke azweriya şohretê, ya ‘xwe bide ecibandinê’ û ya ‘bi awayekî riyakarane li ber xelkê were dîtin ku jê re şan û şeref tê gotin’ û ya ‘li ber çavê xelkî xwedî-meqam be’ ku ‘hezkirina meqamî’ ye, heye. Heta ji ber wê dilxwaziyê ye ku hesta şohretperestiyê wî sewqê wê çendê dike ku jiyana xwe feda bike. Ji ehlê axretê re ev hest gelek xeternak e, ji ehlê dinyayê re jî bi dexdexe (teqreq, xirecir) ye, jêderka gelek xûyê xirab e, demara herî qels ya mirov e. Ango: Girtina mirovekî û kişandina wî ya bi aliyê xwe ve, bi razîkirina wê hestê çêdibe, dikare bixwe ve girê bide, hem bi wê dikare wî têk bibe. Der barê birayên xwe de ya herî zêde ez jê ditirsim ew e ku dibetiya ku yên bêol