yê, di birca
وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ
وَلَقَدْ زَيَّنَّا السَّمَۤاءَ الدُّنْيَا بِمَصَابِيحَ
yê de bi cîlweyên xwe ve xuya bûn. Her yek ji wan stêrên ku ji aliyê maneyê ve tarîtî ketibû ser wan bûne çirûskeke wê enwara mezin û herwekî bi qasî hejmara stêran lembe hatîn vêxistin ew alema asîmanan ronîdar bûn. Ew asîmanên ku tên zenkirin ku vala ne jî, ji ferîşteyan, ji rûhaniyan tije bûn, ava bûn. Mîn dît ku ew roj û stêrên ku mîna artêşekî ji artêşên bêhed û hesab yên Sultanê Ezel û Ebed tevdigerin herwekî manewrayeke mezin darbixin mezinayî û şaşeaya rubûbiyeta wî Sultanê Zulcelal nîşan didin. Min bi hemû hêza xwe, eger gengaz baya min ê bi hemû dinokên xwe eger li min guhdarî kiribûna min ê bi devê gişk aferîdeyan bigota, hem li ser navê hemûya got, ayeta:
اَللّٰهُ نُورُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ مَثَلُ نُورِهٖ كَمِشْكٰوةٍ فٖيهَا مِصْبَاحٌ اَلْمِصْبَاحُ فٖى زُجَاجَةٍ اَلزُّجَاجَةُ كَاَنَّهَا كَوْكَبٌ دُرِّىٌّ يُوقَدُ مِنْ شَجَرَةٍ مُبَارَكَةٍ زَيْتُونَةٍ لَا شَرْقِيَّةٍ وَلَا غَرْبِيَّةٍ يَكَادُ زَيْتُهَا يُضٖٓىءُ وَلَوْ لَمْ تَمْسَسْهُ نَارٌ نُورٌ عَلٰى نُورٍ يَهْدِى اللّٰهُ لِنُورِهٖ مَنْ يَشَٓاءُ
Xwend, vegeriyam, daketim xwarê, ez hatim ser hişê xwe; min got:
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلٰى نوُرِ الْاٖيمَانِ وَ الْقُرْاٰن