Beşa Pêncan ku Rîsaleya Pêncan e
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
اَللّٰهُ نُورُ السَّمٰوَاتِ وَاْلاَرْضِ
Min di Remezana Şerîf de, di rewşeke rûhanî de nûrek ji gelek enwara razên ayeta pir-enwar ya
اِلٰهِى اَنْتَ رَبِّى وَاَنَا الْعَبْدُ.. وَاَنْتَ الْخَالِقُ وَاَنَا الْمَخْلُوقُ.. وَاَنْتَ الرَّزَّاقُ وَاَنَا الْمَرْزُوقُ.. الخ
hîs kir, xeyal-meyal dît. Halo ku:
Min bûyereke qelbî ya xeyalî dît û wêya qenaetek wusa da min ku hemû mewcûdata candar mîna lavayiya navdar ya Uweysê Qerenî ya di hemberî Cenabê Heq de heman lavayiyê dike.. ronahiya her alemeke ji wan hijdeh hezar aleman îsmeke îlahî ye.. halo ku:
Min di alemê de mîna gulpika gula pirpel ya bi hevpêçayî gelek alemên ku bi hezaran perdeyan bi hev pêçayî û di bin hev de veşartî dîtin. Ku her perdeyek vedibû, min alemeke din didît. Wê alemê jî, hem ayeta li pey ayeta nûrê ya