Beşa Dudoyan ku Rîsaleya Duduyan e
Der Heqê Remezanê de ye
[Di dawiya beşa ewil de ji ber ku hinkê qala şeaîrê Îslamê hatibû kirin, di vê beşa dudoyê ya der heqê Remezana pîroz ku di nav şeaîran de ya herî geş û ya herî muhteşem e de dê hin hikmetên wê werin bibîranîn.
Ev Beşa Dudoyê “Neh Nukte”yên ku di nav gelek hikmetên Remezana pîroz de neh hikmetan beyan dike ye.)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِۤى اُنْزِلَ فِيهِ الْقُرْاٰنُ هُدًى للِنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِنَ الْهُدٰى وَالْفُرْقَانِ
NUKTEYA EWIL
Rojiya Remezanê riknekî pêşî yê ji wan her pênc riknên Îslamê ye. Hem ji wan şeaîrên herî mezin yên Îslamê ye.
Vaye di rojiya Remezana pîroz de gelek hikmet hene ku hem li rubûbiyeta Xwedê dinêrin hem li jiyana komelî ya mirovan dinêrin hem li jiyana şexsî dinêrin hem li terbiyeya nefsê hem jî li şukra ne’metê Xwedê dinêrin.
Hikmetek ji wan gelek hikmetên rojiyê yên ji aliyê rubûbiyeta Cenabê Heq ve eve ye ku: