اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلٰى نُورِ اْلاِيمَانِ وَالْقُرْاٰنِ
Ji wê xeyala ku heqîqet bi xwe ye wek çawa ez ketibûm nûna “Ne’budu”yê, ez derketim û min fêm kir ku: Neku ayetên Qur’anê, bê guman hin tîpên wê yên mîna Nûna Ne’budûyê jî mifteyên binûr yên heqîqetên girîng in.
Piştî ku dil û xeyal ji Nûna Ne’budûyê derketin aqil kete pêşiya wan û got: “Ez jî behra xwe dixwazim. Ez neşêm mîna we bifirim. Lingên min delîl in, hucet in. Di heman
نَعْبُدُ
û
نَسْتَعِينُ
ê de divê ew rêya ku diçe wî Xaliqê Me’bûd û Muste’an were nîşandan, daku ez karibim digel we bêm.” Wê demê kete ser dilê min ku: Ji wî aqilê şaşwaz re bibêje ku: Li vê hemû mewcûdata ku di gerdûnê de ye binêre; candar bin, bê can bin perestiyeke wan ya di sûretê wezîfeyê ya bi îtaet û întîzameke tam de heye. Beşeke wan tevî ku ne hişmend û bê hîs in jî (lêbelê) erkeke gelek şuurkarane, întîzamperwerane û perestîkarane dibînin. Ev tê wê wateyê ku Me’bûdekî Bîlheq û Amirekî Mutleq heye ku wan ber bi perestiyê ve diajo û wan dişuxulîne
Hem li hemû mewcûdatê, xasma li yên candar binêre.. Her yekî wan gelek hewceyiyên wan yên zêde û yên cur be cur hene û gelek daxwazên wan yên cur be cur yên ji heyîna wan û ji mayîndetiya wan re pêwist in hene; destê wan û hêza wan nagihê ya herî biçûk jî. Hal bi hal ew daxwazên wan yên bêhed û hesab ji wê dera ku hêvî nakin de, di dema minasib de, muntezemen tê êxistin destên wan de û em bi çavê xwe dibînin.
Vaye ev xizanî û ev hewceyiyên bêhed û hesab yên vê mewcûdatê û ev alîkariyên xeybî û li hawarê hatinên Rehmanî bi aşkereyî destnîşan dikin ku: Piştevanek û riziqvanekî wan yê Xeniyê Mutleq û Kerîmê Mutleq û Qedîrê Mutleq heye ku, her tişt û her candar alîkariyê jê dixwazin, hawara xwe digihînin wî. Ji aliyê manewî ve
اِيَّاكَ نَسْتَعِينُ
dibêje. Wê demê aqilî got: “Amenna we seddeqna.”