Heçîke qeyda “ji ezel hetanî ebedê” ye; ji ber ku qaîdeya ku ji hevoka lêkerî întîqalî hevoka navdêrî dibe, dibe delîla sebat û dewamê, wê wateyê îfade dike. Wateya “xweser û musteheq”ê “lama cerê” ya di “lîllah”ê de ye îfade dike. Lewra ew “lam” bo îxtîsas û îstîhqaqê ye. Qeyda Zatê Wacibulwicûd jî; wicûba wicûdê ji ber ku bivê nevê (lazima zarûrî) ya Ulûhiyetê ye û inwana mûlahezeyê ya Zatê Zulcelal e.. “Lefzullah” ji ber ku esma û sifetên din di nava xwe de dihundirîne û îsmê e’zem e, bi delaleta îltîzamî delalet dike; (herweha) bi wê delaleta îltîzamî delaleta unwana Wacibulwicûdî jî dike.
Vaye eger wateya zahirî ya herî kurt û ya vê hevoka “Elhemdulîllahî”yê ku ji aliyê zanyarên ilmê erebî ve îtîfaq li ser de hatî kirin holê be, bi wê mucîzebûn û bi wê hêzê dê çawa bo zimanekî din were wergerandin?
Hem di nav zimanên cîhanê de ji bilî zimanê nehwî yê Erebî zimanek tenê heye; ew jî tu deman nagihê cemkeriya (camîiyeta) zimanê Erebî. Gelo, ew peyvên Qur’anê yên bi zimanê cemker yê nehwî û mucîzeyane û bi awayekî mucîzekarane û di nav ilmekî mûhît yê her aliyî yekser dizane û îrade dike de xuya dibin; (belê.. gelo ma qet gengaz e ku) ew peyvên bi wesiteya zimanên din yên ‘bi hev ve kirî’ û tesrîfê (elsîneyê terkîbiye û tesrîfê) û bi wergera peyvên hin mirovên ku zêhna wan cuz’î, hişmendiya wan kurt, fikra wan belav, dilê wan di nav tarîtiyê de ye, cihê wan bigre? Heta ez dikarim bibêjim û bêguman dikarim bipeytînim ku: Her tîpeka Qur’anê dikeve hukmê gencîneyeke heqîqetan; carînan tîpeka bi tenê bi qandî rûpelekê waneya heqîqetan dide.
NUKTEYA ŞEŞEMÎN
Ji boyî ronîkirina vê wateyê ez rewşeke binûr û xeyaleke biheqîqet ya di serê min de darbas bûyî dibêjim. Halo ku:
Demekê min li ser nûna mutekelim me’elxeyr ya di
اِيَّاكَ نَعْبُدُ وَاِيَّاكَ نَسْتَعِينُ
yê de mitale kir. Û dilê min li sedema derbasbûna sîxeya mutekelim wehde(hû)yê ya bo sîxeya
نَعْبُدُ
yê geriya. Ji nişka ve fezîlet û raza cemaeta di nimêjê de ji wê nûn’ê xuya bû.