bi şêwazeke holê bilind mezinayiya ku di selteneta rubûbiyetê de ye destnîşan dike. Halo ku:
“Asîman û erd mîna du leşkergehên serfirû (mûtî) û di sûretê navendên du artêşên birêkûpêk de, bi yek fermanê yan jî bi îşareteke mîna ya boriyê, ew mewcûdat ku di wan herdu leşkergehan de, di perdeya fena û edemê de razayîn, bi lez û îtaeteke tam ji wê fermanê re dibêjin: ‘Kerem ke!’ û derdikevin qada heşrê û îmtîhanê.”
Vaye, bi şêwazeke çiqas bilind heşr û qiyametê îfade dike û di nav wê dozê de delîleke îqnaker destnîşan dike ku:
Wek çawa em bi çavê xwe dibînin, ew tovên ku di hundirê erdê de ne û di hukmê miriyan de ne û ew dilopên ku li asîmanan, li edemê û li hewayê belavbûyîn û hatîn veşartin; wek çawa bi rêkûpêkiyek û bi lezeke tam kom dibin û her bihar derdikevin qada tecrûbe û îmtîhanê; li erdê tene, li asîmên dilop her dem dikevin rewşeke mehşerî; eynen welê jî heşra mezin jî dê welê hêsan çêbibe. Hemin hûn vêya dibînin, hûn nikarin wêya jî înkar bikin. Û herwekî wê… Hûn dikarin pileya belaxeta ku di ayetên din de ne bi van ayetan qiyas bikin. Gelo ma wergera rasteqîn ya ayetên bi vî hawî gengaz e? Helbet ne gengaz e. Bibe bibe yan pêwist e wateyeke wê ya kurt, yan jî ji bo her hevoka ayetê pênc-şeş rêz tefsîr bête nivîsandin
NUKTEYA PÊNCEMÎN
Wek Mînak: “Elhemdulîllah” hevokeke Qur’anê ye. Wateya wê ya herî kurt, li gorî ku qaîdeyên ilmê Nehw û Beyanê eve ye:
كُلُّ فَرْدٍ مِنْ اَفْرَادِ الْحَمْدِ مِنْ اَىِّ حَامِدٍ صَدَرَ وَعَلٰى اَىِّ مَحْمُودٍ وَقَعَ مِنَ اْلاَزَلِ اِلَى اْلاَبدِ خَاصٌّ وَمُسْتَحِقٌّ لِلذَّاتِ الْوَاجِبِ الْوُجُودِ الْمُسَمّٰى بِاللّٰهِ
Ango: “Çiqas hemd û pesn hebe, ji kê hatibe û ji kê re hatibe kirin, ji ezel hetanî ebedê xweser û layiqî wî Zatê Wacibulwicûd e ku jê re Ellah tê gotin. Vaye, “çiqas hemd hebe” ji
اَلْ
a -îstîxraqê derdikeve. Qeyda “Ji kê hatibe”; ji ber ku “hemd” rader (mesder) e û faîlê wê hatiye terikandin, di cihekî holê de gelemperiyê îfade dike. Hem di terikandina têrkerê (mef’ûl) de, dîsa di meqamê xîtabî de ji ber ku kuliyet û gişkê îfade dike, qeyda “di hember kê de be”yê îfade dike.