ya mirovî de esasekî herî mezin çêdike; afirandina hêjîrê; wek çawa xistina cîhazên dara hêjîrê ya muhteşem ya di dendikeke qasî dinokekê da û veşartina tê de mucîzeyeke qudretê ya newaze nîşan dide; berjewendiyên wê yên di xwarina wê de, di berjewendiya wê de, di dewama wê ya ku dijê pirtirînê mêweyane de û ne’metên din yên îlahî yên di berjewendiyên din de ne bi sondê bi bîr dixe. Digel vê çendê daku mirovî derxîne bo îman û emelê salih û wî neêxe esfela safilînê waneyekê didiyê.
NUKTEYA SÊYEMÎN
Hurûfên muqete’ e yên di serê sûretan de şîfreyên îlahî ne. Hinek îşaretên xeybî dide bendeyên xwe yên xas. Mifteya wê şîfreyê di wî bendeyê xas de ye û bi mîratxurên wî re ne. Qur’ana Hekîm hemin her demê xîtabî her taîfeyê dike; dibe ku gelek alî û wateyên wê yên cur be cur yên behra her tebeqeyên hemî sedsalan kom dike tê de hebe. Perçeya herî xalis ya Selefê Salihîn e ku beyan kirine. Ehlê welayet û ehlê tehqîqê di wan de gelek îşaretên muameleyên xeybî yên der barê seyr û silûka rûhanî de dîtine. Di Tefsîra Îşaret-ûl Î’cazê de, di serê Sûreta “el-Beqere”yê de, ji aliyê mucîzeyiya belaxetê de me hinkê behsa wan kiriye. Bila serî li wê were dayîn.
NUKTEYA ÇAREMÎN
Peyva Bîst û Pêncê peyitandiye ku wergera rastî ya Qur’ana Hekîm ne qabil e. Hem bilindiya şêwazê ya di mucîzetiya wê ya manewî de ye nayê wergerandin. Beyankirin û vegotina lezzet û heqîqeta ku ji aliyê bilindbûna şêwaza wê ya di mucîzetiya wê ya manewî de ye gelek zor e. Bes ji bo nîşandana riyê em ê îşaretî aliyek-du aliyan bikin: Halo ku:
Qur’ana Mucîzul Beyan bi ayetên mîna