MEKTÛBA HEŞTEMÎN
Navên Rehman û Rehîm yên di Besmeleyê de ne şîrove dike û beyan dike ku şefqet ku wesîleyeke van nava ye ji işqê çiqas bêhtir bilind, bêhtir rewneqdar û bêhtir tûj e.
MEKTÛBA NEHEMÎN
Dîstûreke girîng ya derbarê keramet, îkram û înayetê de rave dike. Herweha pêwendiya di nav bera Îslam û îmanê de û aliyên cuda yên vana bi awayekî zanyarî rave dike.
MEKTÛBA DEHEMÎN
Pênaseke kin ya Îmamê Mubîn û Kitêba Mubîn dike û agahiyên derbarê ka dê qada heşrê li kuderê be, dide.
MEKTÛBA YAZDEHEMÎN
Ayeteke Sûretê Nîsaê tefsîr dike û dermaneke manewî ya hêmberî wesweseya ku şeytan dide, derpêş dike. Herweha bi mînakan rave dike ku prensîbên derbarê mîrateyê ya Qanûna Medenî ku dijberî Qur’anê ye, şaş û neheq e.
MEKTÛBA DUWANZDEHEMÎN
Hikmeta derxistina Cenabê Adem (e.s.) ya ji Biheştê, têketina beşeke mirovan ya Dojehê, afirandina şeytanan û ka çima bela û musîbet tên serê mirov û heywanên bêguneh, rave dike.
MEKTÛBA SÊZDEHEMÎN
Bersiva pirsên hatine kirin yên wek derbarê rewş û îstîreheta Cenabê Bedîuzzeman ya di jiyana wî ta mişextiyê de, ka çima ji boyî wesîqeya destûrê muraceet nekiriye, ka çima ji siyasetê dûr ketiye û eleqeya xwe jê neaniye, dihundirîne /îhtîwa dike.
MEKTÛBA ÇARDEHEMÎN
Nehatiye nivîsandin
MEKTÛBA PANZDEHEMÎN
Bersivên şeş pirsên hatine kirin yên wek Rûdanên Cemel û Sifînê ku di dema Sehabeyan de û di heyamên piştî wan de qewimîbûn; têkoşînên xelîfetî û seltenetê; şîroveyên derbarê Bûyera Kerbelayê de hatî kirin û elametên êxirzeman û qiyametê dihundirîne.
MEKTÛBA ŞANZDEHEMÎN
Pirsên jê hatine kirin yên derbarê şoreşan, jiyana komelî û siyasetê yên di heyama yek-partî de, Bedîuzzeman bi pênc xalan bersiva wan dide.
MEKTÛBA HUVDEHEMÎN
Nameyeke serxweşiyê ye ku derbarê zarokên piçûk yên wefat kirine de ye.
MEKTÛBA HIJDEHEMÎN