[Fiqreya Serdar Asim Begê Merhum e.]
Sondê dixwim ez, hem ew rast e hem gotina wî
Ew hêvênxirabên ku ev heqîqet qebûl û tesdîq nekirîn,
Dê çendîn salan bimîne di nav wadiyên delalet û xusranê de
Huner îrşadkirin û rizgarkirina wan e.
Eger hîdayet bigihiyê, wê demê wê serî bitewîne.
Em laveyan ji Xaliq bikin û islaha hemûyan bixwazin,
Em Peyvên wî yên ku nûrên Qur’anê ne bixwînin û vebêjin,
Di vê rêyê de em jî feyzê bistînin û dilşad bibin,
Di guhertina fenayê ya di beqayê de em bigihên rizaya Barî.
Fiqreya bêbiha ya Xalib layiqî sedhezar tehsînan e,
Bi gotina van heqîqetan wê bibe xalib bêguman!
Serdar Âsim
(Rahmetullahî Eleyh)