Vaye mîna vê nimanê (temsîl); ji aliyê rubûbiyeta umûmî û şumûla rehmeta Zatê Wacib-ûl Wicûd û Xaliqê Hekîm û Rehîm ve her tişt behredar e. Di aliyê ku îsabetî her tiştî dike de xusûsî bi wê re pêwendîdar e. Hem bi qudret û îrade û ilmê xwe yê mûhît ve teserufata wî ya her tiştî û têkiliya wî ya karê herî biçûk ya her tiştî û rubûbiyeta wî heye. Her tişt di her rewşa xwe de hewceyî wî ye. Bi ilm û îradeya wî kar têne dîtin, têne tenzîmkirin. Ne hedê xwezayê heye ku di daîreya teserrufa rubûbiyeta wî de xwe veşêre û bibe xwedî-bandor û têkilî bûbe, ne jî mafê tesadûfê heye ku têkilî karên di wê daîreya mîzana hikmetê ya xesas e bibe. Di bîst derên rîsaleyan de bi delîlên qet’î me tesadûf û xweza neyînî (nefî) kiriye û bi şûrê Qur’anê me dardekiriye, têkilbûna (mudaxele) wana ne mimkun nîşan daye. Lêbelê di daîreya sebebên zahirî ya di rubûbiyeta ammê de, di karên ku di çavê ehlê xefletê de hikmet û sebeba wan nayê zanîn de navê tesadûfê dane wan. Û hin zagonên ef’alê îlahî yên hikmeta wan nayên têgihiştin –di bin perdeya sirûşt de- nekarînê bibînin, hawaleyî sirûştê kirine.
Ya duyemîn, rubûbiyeta wî ya xusûsî ye û îltîfata wî ya xas û îmdada Rehmaniya wî ye ku navê wî yên Rehman-ûr Rehîm diçin hawara wan ferdên ku di bin tengaviya zagonên umûmî de nikarin semaxê bikin. Di awayekî taybet alîkariya wan dikin û ji wan tengaviyan rizgar dikin. Ji ber wê çendê her candar, taybet mirov her demê hawarê jê dixwaze û dikare alîkariye werbigre.Vaye ev qenciyên wî yên di rubûbiyeta wî ya taybet de di hemberî ehlê xefletê de jî di bin tesadûfê de nayê veşartin û bo sirûştê nayê hawalekirin.
Vaye ji ber vê razê ye ku me îşaretên xeybî yên mucîzeyiya Qur’anê û mucîzeyên Ehmedî weke îşareteke taybet zaniye û bawer kirVaye ji ber vê razê ye ku me îşaretên xeybî yên mucîzeyiya Qur’anê û mucîzeyên Ehmedî weke îşareteke taybet zaniye û bawer kiriye. Û me yeqîn kiriye ku hawareke taybet e û înayeteke xas ya di hemberî ingirokan de xwe nîşan bide ye. Û me sirf ji bo Xwedê îlan kir. Me kêmasî kiribe, Xwedê li me bibore. Amîn.
رَبَّنَا لاَ تُؤَاخِذْنَۤا اِنْ نَسِينَۤا اَوْ اَخْطَاْنَا