Sedema Çaremîn: Carînan dilnizmî nankoriya di hemberî ne’metê (kufrana ne’metê) de pêwist dike; belkî dibe nankoriya di hemberî ne’metê (kufrana ne’metê) de. Carînan jî behsêkirina ne’metê (tehdîsa ne’met) dibe şanazî. Herdu jî zerardar in. Çareya yegane ya vêya ew e ku ne nankoriya di hemberî ne’metê (kufrana ne’metê) de derbikeve ne jî bibe şanazî. Divêt meziyeta û kemal werin îqrarkirin, bes divêt neke malê xwe, divêt wek esera ne’meta Mûn’îmê Heqîqî were nîşandan. Wek mînak: Yek cileke xemilandî û arastî (mûzeyen) li te bike û tu bi wî cilî spehî bibî, xelk ji te re bibêjin: “Maşallah, tu gelek spehî yî, tu gelek spehî bûyî.” Eger tu bi dilnizmî bibêjî: “Haşa!.. Ez çi me, hîç, ev çi ye, spehîtayî li ku?” Wê demê dibe nankoriya di hemberî ne’metê (kufrana ne’metê) de û giramnegiriya di hemberî wî sen’etkarê destbikêr yê ew cil (hule) li te kirî. Eger tu bi şanazî bibêjî: “Belê ez gelek spehî me, ê mîna min spehî li ku derê hene, ka yekî mîna min spehî nîşan bidin.” Wê demê dibe şanaziyek quretî.
Vaye, ji bo ku yek ji şanaz û nankoriyê rizgar bibê divêt bibêje ku: “Belê ez spehî bûm, bes spehîtayî ya cilan e û ya yê ev cil li min kiriye ye, ne ya min e.”
Vaye mîna vêya eger dengê min bigihîjiyê ez ê li hemû dinyayê bikim qêr û bibêjim ku: Rîsaleyên Peyvan spehî ne, heqîqet in; bes ne yên min in, tîrêjên ku ji heqîqetên Qur’anê çirisî nin. Ez ê bi distûra
وَمَا مَدَحْتُ مُحَمَّدًا بِمَقَالَتِى * وَلٰكِنْ مَدَحْتُ مَقَالَتِى بِمُحَمَّدٍ
bibêjim ku:
وَمَا مَدَحْتُ الْقُرْاٰنَ بِكَلِمَاتِى * وَلٰكِنْ مَدَحْتُ كَلِمَاتِى بِالْقُرْاٰنِ
Ango, “Min nikaribû ku heqîqetên mucîzebûna Qur’anê spehî kiribaya, min nikaribû spehî bikim; bêguman heqîqetên spehî yên Qur’anê gotinên min spehî kirin, bilind kirin.” Hemin holê ye; ku li ser navê spehîtayiya heqîqetên Qur’anê spehîtayiyên wan neynikên ku navê wan Rîsaleya Peyvan e û (herweha) alîkariyên îlahî yên aidê wê neynikdariyê ne werin behskirin, (eva hanê) behsêkirineke ne’metê ya meqbûl e.
Sedema Pêncemîn: Berî niha gelekê min ji yekî ehlê welayetê seh kiribû ku; wî zatî ji îşaretên xeybî yên weliyê berê derxistibû û qenaeta wî hatibû ku: