Meseleya Heftê ku Rîsaleya Heftê ye
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
قُلْ بِفَضْلِ اللّٰهِ وَبِرَحْمَتِهِ فَبِذٰلِكَ فَلْيَفْرَحُوا هُوَ خَيْرٌ مِمَّا يَجْمَعُونَ
Ev mes’ele “Heft Îşaret”in.
Serê pêşî em ê di awayê behsêkirina ne’metê (tehdîsa ne’metê) de “Heft Sedemên” ku çend razên înayetê didin xuyakirin beyan bikin:
Sedema Ewil: Berî Şerê Ewil yê Cîhanê û demên pêşî de, min di xewneke rastî de didît ku ez di bin Çiyayê Agirî yê ku jê re Çiyayê Eraratê tê gotin de me. Ji nişka ve ew çiya bi awayekî ecêp teqiya. Perçeyên wê yên mîna çiyayan li her aliyên dinyayê belav kir. Di nav wê dehşetê de min dît ku diya min ya rehmetî li nik min e. Min got: “Dayê, metirse! Fermana Xwedê ye; ew Rehîm û Hekîm e.” Ku ez di wê rewşê de bûm, min dît ku kesekî girîng wek fermanê bide min dibêje ku: “Î’caza Qur’anê beyan bike!” Ez şiyar bûm, min zanî ku: Dê teqîneke mezin çêbibe. Piştî wê teqîn û şoreşê, ew kelehên ku li derdora Qur’anê ne dê bişikên. Rasterast Qur’an dê bi xwe xwe biparêze. Û dê êrîş li Qur’anê bête kirin, mucîzebûna wê dê jê re bibe zirxekî pola. Û ne hedê min e jî, (lêbelê) di vê demê de mirovekî mîna min ji bo danxuyakirina (îzhar) çeşîdeke mucîzebûna wî dê bibe berendam û min zanî ku ez berendam im.
Hemin hinek beyankirina mucîzebûna Qur’anê bi Rîsaleya Peyvan çêbûye. Helbet, danxuyakirina alîkariyên di xizmeta me ya ku dikeve ser hesaba wê mucîzebûnê û çêşîdeke çiziran (reşha) û bereketên wê ne, (ew) alîkariya wê mucîzebûnê ye û pêwist e were danxuyakirin.