xistibû û pirtirînên terîqên ewliyayan digihiştin wî, di Xariciyan de û di Wehabiyên ku îro alahilgirên Xariciyanin de di hemberî ehlê welayetê demareke înkar û tezyîfê (çêbû) cîh girtî ye.
Ya Duyemîn: Derdora Necîdê ku bi fitneya Mûseylîmet-ul Kezab ber bi îrtîdadê ve diçûn, di dema xilafeta Cenabê Ebû Bekir de bi şûrê Xalid Bîn Welîd zîr û zeber bibûn. Ji ber vê çendê/yeké di hemberî Xelîfeyên Raşid û ehlê sûnet we’l cemaetê de xeyidandinek ketibû di nav seciyeya xelkê Necîdê. Her çiqas misilmanên xalis jî bûn lêbelê derbeya ku ba(b)v û bapîrên wan di dema berê de xwaribû ji bîr nakin. Wek çawa ji ber ku dewleta Îranê bi derbeyên dadwer yên Cenabê Omer hilweşiya û xurûra netewaya wan şikest, Şîiyan di bin perdeya hezjêkirina alê beytê de di hemberî Cenabê Omer (r.a.) û cenabê Ebû Bekir (r.a.) de û (herweha) ji ber vé yeké di hemberî ehlê sûnet û cemaetê de çi dema ku fersenda xwe dîtibin her tim bi awayekî ku tolê xwe hilînin êrîş kirine.
Esasa Sêyemîn: Zatên navdar yên mîna Îbnî Teymiye û Îbnî Qeyûm el Cewzî ku îmamên mezin yên Wehabiyanin û dehayên ecêb in, gelek zêde êrîşî ewliyayên mezin yên mîna Muhyiddînê ‘Erebî (q.s.) kirine û Cenabê Ebûbekîr ji Cenabê Elî efdeltir dîtine û qîmetê Cenabê ‘Elî gelek kêm kirine û qaşo (bi vî awayî xwestine bibêjin ku ew) Mezhebê Ehlê Sunetê di hemberî Şîeyan de diparêzin. Fezîletên wî yên xarîqe adî dikin. Gelek ewliyayên mîna Muhyîdînê ‘Erebî înkar û tekfîr dikin. Hem ji ber ku Wehabî xwe ji mezhebê Ehmed Bîn Henbel dihesibînin, Cenabê Ehmed bîn Henbel ji ber ku zatekî hafiz û rawiyê mîlyonekî hedîs e û serokê mezhebê Henbeliyê ku gelek hişke û di meseleya “Xelqa Qur’anê” de xwediyê selabet û metaneteke cîhan-pesendane ye; (ew Wehabî) ji mezhebê wî yê ku hinekê zahîrî ye û muteesib e û dij(ber)ane yê Eelewiyan e sûd wergirtine û gorên hinek weliyan texrîb dikin û xwe mafdar dizanin. Hal bi hal dîrhemek mafê wan hebe carînan deh dîrheman di ser de zêde dikin.
NUKTEYA DUYEMÎN: Meseleya vê Wehabîtiyê, wek çawa ji hêla kevneşopiya cîhana Îslamê ve sê esasên wê hene, eynen welê jî ji hêla cîhana mirovayiyê ve jî sê esasên wê hene.
Ya Yekem: (Ku) Bi nêrîna ehlê dinyayê û dîroka madî ve, (were nihêrîn û) ji hêla jiyana komelî ya benî Ademî ve lê were nihêrîn