de deçardeh kitêb spehî û bi baldarî nivîsandî, bêguman (eva hanê) kerameteke çarê ya razên Qur’anê ye. Taybet, qîmeta sih û sê pencereyan yên ku Nameya Sih û Sisêyê ye bi tevayî hatiye teqdîrkirin ku gelek bi baldarî û spehî hatiye nivîsandin. Belê, ew rîsale ji bo marîfetullahê, ji bo Baweriya Bixwedê rîsaleyeke gelek bihêz û birewneq e. Bes pencereyên di serî de debi awayekî gelek kurt hatine nivîsandin. Lêbelê her ku diçe vedibe, zêdetir geş dibe. Jixwe weke dijberê kitêbên din serê Rîsaleya Peyvan bi kurtî dest pê dike, her ku diçe fireh dibe, ronîdar dibe.