Kitaplar
Mektûbat

   Hem azweriyeke zêde ya wî ya derbarê mal û meqamî de heye; dibîne ku ew malê ku demdemî jê re hatiye dayîn û ew navdariya bela, meqama ku xeternak e û sebeba riyayê ye, li ber wê azweriya zêde nakeve. Ji wê berê xwe dide mertebeyên manewî û dereceyên nêzîkahiya Xwedê û zadê axretê ku meqamê rastîn ew in; her weha berê xwe dide emelê salih ku malê rastîn e. Azweriya mecazî ku xisleteke xerab e dadigere azweriya rastîn ku xisleteke rûmetyar e.

   Hem wek mînak, hestên xwe bi rikeke zêde bo karên negirîng, bi hurbar û fanî dimezêxe; dibîne ku bo wê tişta ku nehêjayî hûrdemekê saleke sax rikê dike. Hem li ser navê rikê sebrê li ser tiştekî bi zirar û jehrdar dike; dibîne ku ev azweriya zêde ne ji bo van tiştan jê re hatiye dayîn. Mezaxtina wê ya ji bo wan dijê hikmet û heqîqetê ye. Dê wê rika zêde nede wan karên bihurbar yên nepêwist, dê di heqîqetên îmanê, esasên Îslamê û xizmetên axretê ku biqedr (âlî) û sermedî ne de bimezêxe. Ew rika mecazî ku xisleteke rezîl e, dadigere rika rastîn, ku xisleteke spehî û biqedr e; ango dadigere sebateke dijwar ya di heqiyê de.

   Va ye mîna van her sê mînakan, mirov eger wan cîhazên manewî yên jê re hatiye dayîn li ser hesaba nefsê û ya dinyayê bi kar bîne û her wekî heta hetayê dê li dinyayê bimîne welê mîna xafilan tevbigere, wê bibe sedema exlaqê rezîl û îsrafatê û tiştên bêfeyde û tune. Eger ya hindik di karên dinyayê de ya zêde jî di erkên axretê û manewî de bimezêxe wê bibe esasa exlaqê spehî, hikmet û heqîqetê û wê bibe sedema bextiyariya her du cîhanan.

   Va ye ez dibêjim qey sedemeke ku şîretên şîretvanan di vê demê de bê bandor dimîne ew e ku ji bo kesên bêexlaq weha dibêjin: Çavnebariyê (hesed) neke! Azweriyê nîşan nede! Neyartiyê neke! Rikê neke! Ji dinyayê hez neke! Ango pêşniyariyeke ku li gorî xuya dike ji taqetê der ji wan re dike ku her wekî ji wan re bibêjin “mişwera (fitreta) xwe biguhere.” Eger ji wan re holê gotibûna: “Berê wan bidin tiştên qenc, mecraya wan biguherin,” wê demê dê hem şîreta wan bandor bikira hem dê ew pêşniyar biba pêşniyariya karekî welê di daîreya îxtiyarê de.

   Ya çaremîn: Di nav zanyarên Îslamê de cihêtiya di navbera “Îslam” û “îman”ê de bûye mijara gotinê. Beşeke wan gotiye “her du yek in”; beşeke din gotiye: “her du ne yek in, bes yek bê ya din nabitin.” Mîna van gelek ramanên cur bi cur yên ne wekî hev beyan kirine. Min cihêtiyeke holê fêm kiriye:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat