Kitaplar
Mektûbat

   Vaye, Cenabê Şêx ji min re dibêje ku “Tu bixwe nexweş î, bo xwe li bijîşkekî bigere!” Min got: “Tu bibe bijîşkê min!” Min ew kitêb girt û xwe kire muxatebê wê û herwekî xîtabî min bike, min xwend. Lêbelê kitêba wî pir dijwar bû. Xurûra min zêde dişikand. Emeliyateke cerahî ya dijwar di nefsa min de kir. Min ranegirt, heta nîva wê xwe kire muxatebê wê û xwend; semaxa min ya xilaskirin nema. Min ew kitêb xiste dolabê. Bes, paşê ew êşên ku ji emeliyata şîfakar dihatin çûn, lezzet hat. Min ew kitêba ûstadê xwe yê ewil hemû xwend û min gelek jê sûd wergirt. Min li wirdên wî û li lavayiyên (mûnacat) wî guhdarî kir. Min gelek fêyz jê girt.

   Paşê min Mektûbata Îmamê rebbanî dît, min rahiştê. Min bi tefeuleke xalis vekir. Tiştekî pir sosret e ku di nav hemû Mektûbata wî de li du deran tenê lefza “Bedîuzzeman” heye. Ew herdu name li ber min vebûn. Ji ber ku navê babê min Mîrza ye, min dît ku li serê nameyê de holê nivîsandiye: “Ji Bo Mîrza Bedîuzzeman Name.” Min got: “Fesubhanellah! Ev name bi min re diaxive. Wê demê paşnava (leqeba) Seîdê berê Bedîuzzeman bû. Hal bi hal min di sala sêsedê ya hîcretê de ji bilî Bedîuzzemanê Hemedanî ti kesê (zatên) ku bi vê paşnavê navdar bûyîn nedizanîn.

   Hal bi hal di dema Îmamî de jî mirovekî holê hebû ku ew herdu name jê re nivîsîne. Rewşa wî kesî jî dişibiya rewşa min ku min dît ku ew herdu name dermanê derdê min in. Bes, wek çawa Îmam di wan nameyên xwe de qewîtî kirî, di gelek nameyên xwe li ser vê qewîtiya hanê îsrar dikir: “Tewhîdê ji xwe re bike qîble.” Ango: Yekî bo xwe bike Seyda, li pey wî here, bi kesekî din re mijûl nebe. Ev qewîtiya wî ya herî girîng li îstîdada min û li rewşên min yên giyanî guncan nehat. Ez çi qeder ramiyam:

   “Gelo ez li pey viya herim yan li pey yê din, yan jî li pey yekî din herim?” ez mame heyirî. Di her yekî wan de xasiyeteke cazîbedar ya cihê cihê heye. Min nedikariya qîma xwe bi yekî bianiya. Ku ez di wê şaşwaziyê de bûm, bi dilovaniya Xwedê kete ser dilê min ku: “Serê van riyên têvel, serkaniya van cûyan û Roja van gerstêrkan Qur’ana Hekîm e. Tewhîda qîbleya heqîqî di vê de ye. Nexwe, mûrşîdê herî mezin jî û ûstadê herî pîroz jî ew e.” Min xwe bi wê girt. Îstîdada min ya kêm û perîşan helbet nikare feyza wî Mûrşîdê Kamil ya di şûna ava heyatê de ye li gorî şayesteya wê hilçinîne (mes bike) û bistîne; bes, em dikarin 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599
Fihrist
Lügat