Lê dengê bilind jî hêza ku di Rîsaleyan de ye û leza belavbûna wan destnîşan dike. Heçîke ew cihê/meqamê ku di sefa ewil de ji te re hatiye texsîskirin e, cihê Evdirehman yê ku ji te re mayî vala ye. Îşaret û heqîqeta ku ew cemaet di şûna şandiyarên (axîzeyên) aletên bêtêlan de dixwazin li hemû dinyayê bidin sehkirin jî, înşallah dê paşê bi temamî derbikeve. Her ferdekî wê herçiqas niha dendikeke biçûk jî be, di pêş de her yek ji wan bi înayeta Xwedê dê têkevin şûna darekî bilind de. Û wê her yek ji wan bibin navenda bêtêl û telxrafê. Ew kesê (zatê) biçûk yê xwedanşaşik jî yekî ku ber’endam e ku di nav belavker (naşîr) û xwendekaran de derbikeve ku dê milê xwe bide Xulûsî, dibe ku jê bibore jî. Hinekan ez zen dikim, ez hukmî nadim. Ew xort kesayetiyekî welê ye ku dê bi hêza welîbûnê derbikeve qadê. Aliyên din ji dêl min tu şîrove bike.
Ji ber ku axaftina bi dostên mîna te re hem şêrîn hem jî meqbûl e; ez di vê meseleyê de bi dirêjayî axivîm, belkî jî min îsraf kir. Lêbelê ji ber ku min bi niyeta destnîşankirina tefsîra hin ayetên Qur’anê yên der barê xewê de destpê kir, înşaellah dê ew îsraf efû bibe yan jî dê nebe îsraf.