Kitaplar
Mektûbat

   Lê belê heçî îkram e: Ew ji cûreya duwemîn a kerameta selamet bêhtir selamet e; li gorî min bilindtir e. Eşkerekirina wê tehdîsa ne’metê ye. Kesb tevlî nabe; nefs wê îsnadê xwe nake.

   Va ye birayê min, ew qenciyên Xwedê yên ji berê de min dîtîn û nivîsandin yên hem derbarê te de hem derbarê xwe de, bi  taybetî derbarê xizmeta me ya Qur’anê de îkramek e; eşkerekirina wê tehdîsa ne’metê ye. Ji ber wê çendê, ez hin serkeftinên ku bi xizmeta me herdukan ve girêdayî ye wek tehdîsê ne’meteke bo te dibêjim. Ez dizanim ku tişta te tehrîk dike ne fexr e, şukr e.

   Sêyemîn: Ez dibînim ku di vê jiyana dinyayê de yê herî bextiyar ew e ku dinyayê weke mêvangeheke leşkerî qebûl bike, hay ji wê besîretê hebe û li gorî wê hereket bike. Û wê bi wê besîretê mertebeya rizayê ku mertebeya herî mezin e, zû bi dest bixe. Bihayê elmaseke daîmî nade şûşeyên ku dişikên. Jiyana xwe dê li ser îstîqametê û bi lezzet derbas bike.

   Belê, karên dinyayê di hukmê şûşeyên ku mehkûmî şikestinê ne, lê belê karên axretê yên baqî di qîmeta elmasên gelek saxlem de ne. Ew hestên zêde yên di fitreta mirovî de yên mîna meraqa zêde, yareniya bi heraret, azweriya erjeng, daxwaza birik û wekî wan ji bo ku îş û karên axretê bi dest bixe jê re hatine dayîn. Ku yek berê wan hestên xwe bi awayekî dijwar bide kêfa dinyayê ya fanî her wekî bihayê elmasên baqî bide şûşeyên fanî û bişikên. Bi vê minasebetê mijarek hate bîra min, ez ê bibêjim. Wisa ye:

   Evîn yareniyeke dijwar e. Dema berê wê bikeve mehbûbên fanî, yan dê ew evîn xwediyê xwe di nav ezab û elemeke daîmî de bihêle, yan jî ji ber ku ew mehbûbên fanî nabin bihayê wê yarenîna dijwar, dê welê çêke ku ew li mehbûbekî baqî bigere, dê evîna wî ya mecazî veguhere evîna rastîn.

   Va ye, li nik mirovî bi hezaran hest hene; her yek ji wan mîna evînê du mertebeyên wan hene; yek mecazî, yek rastîn. Wek mînak, hesta endîşeya pêşerojê li gel her kesî heye. Dema bi awayekî zêde kete nav endîşeyan dibîne ku di destê wî de tu sened tune ku ew bigîhije wê pêşeroja ku endîşeya wê dike. Hem ji aliyê rizqî ve jî sozek jê re hatiye dayîn. Û ew pêşeroja ku gelek kurt e ne hêjayî wê endîşeya zêde ye. Wê demê dê berê xwe ji wê bide alî û berê xwe bide pêşeroja piştî gorê, ya rastîn û dirêj û derheqê mirovên xafil de soz nehatî standin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat