“Nexwe kelame Xwedê ye û hûn mecbûr in ku holê qebûl bikin. Lewra hûn li gorî mesleka xwe nikarin bibêjin “spehî ye!”
Hem eger ji wan were pirsiyarkirin: “Hûn pêxemberî çawa dizanin?” Dibêjin: “Mirovekî exlaq-xweş û aqilmend e.” Wê demê dê ji wan re were gotin: “Nexwe werin îmanê. Lewra eger exlaq-xweş be û aqilmend be, bivê nevê Resûlullah e. Lewra ev gotina we ya “spehî” ne di nav sînorê we de ye; hûn ji hêla mesleka xwe ve nikarin holê bibêjin.” Û wekî wê… Aliyên din yên heqîqetê dikare li ser îşaretên din yên nimanê werin sepandin/tetbîqkirin
Vaye ji ber vê razê, ew beşa ewil ya ku bi şeytên re gengeşiyê dike; ji bo parastina îmana ehlê îmanê (mirovî) hewceyî zanîna mu’cîzatê Ehmedî û hînbûna burhanên wê yên qet’î nake. Nîşaneke herî kêm û delîleke herî biçûk îmana wan diparêze. Her rewşeke Ehmed (s.e.w.), her xisleteke Muhemmed (s.e.w.), her helwesteke Nebî (s.e.w.) dike şûna mu’cîzeyekê û îsbat dike ku Ew ne di esfelisafilîna binê bîrê de ye, cihekî wî yê li e’layê îlliyînê de heye.
***
Meseleya Heftan
Meseleyeke balkêş:
(Da ku hêza manewiya hin dostên xwe yên ku ketine ber êrîşa wehmê û bêzar bûyîn teyîd bike, ez mecbûr mam ku bi delîlbûna heft nîşanan îkrameke îlahî ya sirf ji bo xizmeta Qur’anê û hîmayeya Xwedayî beyan bikim daku ez beşeke dostên xwe yên demar-qels rizgar bikim. Ji wan heft nîşaneyan çar jê; sirf ji bo mebesteke dinyayê, ne ji bo şexsê min, ji ber xizmeta min ya bo Qur’anê ketin rewşeke dijminane û şeqameke dijê mebesta xwe xwarin. Ji wan heft nîşaneyan sisê jî, dostên (min ên) cidî bûn û her tim jî dost in; bes ew rewşa merdane ya ku dostbûnî pêwist dike bi awayekî demdemî nîşan nedan; da ku tewecuha ehlê dinyayê bi dest bixin û mebesteke dinyayê qezenc bikin û ji serên xwe êmin bin. Bes mixabin wan hersê dostên min jî cezayekî dijê mebestên xwe dîtin.)