Nexwe her navek, her kiryarek (fîîl), her eserek, burhaneke wehdaniyetê ya welê ye ku.. hemû peyvên wê yên di rûpelên gerdûnê de hatine nivîsîn û jê re mewcûdat tê gotin mohreke wehdaniyetê ya dibe delîl ku neqşê qelema katibê wê ye û mohreke ehediyetê ye.
اَللّٰهُمَّ صَلِّ عَلٰى مَنْ قَالَ: ﴿ اَفْضَلُ مَا قُلْتُ اَنَا وَالنَّبِيُّونَ مِنْ قَبْلِى لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ ﴾ وَعَلٰۤى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ وَسَلِّم
Meseleya Pêncan
Ya Dudoyê: Hûn di nameya xwe de mebesteke din dipirsin û dibêjin ku; “Gelo
لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ
tenê bes e (kafî ye). Ger ku yek
مُحَمَّدٌ رَسُولُ اللّٰهِ
nebêje dibe ku ew bûbe ehlê necatê? Bersiva vê dirêj e. Bes em ê vê qasê bibêjin ku:
Du peyvên ‘kelîmeya şehadetê’ ji hev cuda nabin, hev û din îsbat dikin, hev û din dihundirînin, bê hev û din nabin. Madem Pêxember Eleyhîsselatê Wesselam ê paşînê pêxemberan e (xatem-ûl Enbiya ye), mîratgirê hemû pêxemberan e; helbet li serê wan hemû rêyên digihînin (wusûl) de ye. Derveyî şahrêya wî ya mezin rêyeka heqîqetê û rêyeka rizgarbûnê (necat) nabe. Îmamên ehlê marîfetê û ehlê tehqîqê gişk mînanî Se’dê Şîrazî dibêjin: