Kitaplar
Mektûbat

Û her fîîleka îcadî destnîşan dike ku hemû ew ef’alên îcadî fîîla failê wî ne. Û her navekî ku di mewcûdatê de tecelî dike destnîşan dike ku hemû navan (esma) navên musemmayê wî ne. Nexwe, her tiştek rasterast burhaneke wehdaniyetê ye û pencereyeke marîfeta îlahî ye. Belê her eserek, xasma (ew eser) candar be mînakeke biçûk ya gerdûnê ye û dendikeke ya alemê ye û mêweyeke ya Rûyê Erdê ye. Nexwe, yê ew mînaka biçûk û ew dendik û ew mêwe îcad kirî (kî be) her hal yê gerdûn hemû îcad kirî dîsa Ew e. Lewra, îcadkarê mêweyê nabe ku ji bilî îcadkarê darê kesek din be. Nexwe, wek çawa her eserek hemû eseran dide muesirê xwe.. her fîîlek jî hemû ef’alî dispêre faîlê xwe. Lewra em dibînin ku her fîîleka îcadî wek serê qanûneke Xelaqiyetê ya biqasî ku hemû mewcûdatê dorpêç bike fireh û bi qasî ku ji zereyê hetanî tavan dirêj xuya dike. Nexwe, xwediyê wê fîîla îcadî ya hindik (cuz’î) kî be, pêwist e faîlê wan hemû ef’alê ku wê mewcûdatê dorpêç dike û bi qanûneke gişkî (kullî) ya ji zereyan hetanî tavan dirêj dibe Ew be. Belê yê mêşek vejiyandî divê ew Zatê ku hemû mêş û mor û heywanên biçûk îcad kirî û Rûyê Erdê vejiyandî be. Hem yê zereyê mîna mewlewiyê difitilîne kî be, yê mewcûdat li pey hev tehrîk dike û hetanî Tavê bi rojgerkên wê ve digerîne jî divê ew Zat be. Lewra qanûn zincîrek e, ef’al bi wê ve girêdayî ne.

   Nexwe, wek çawa her eserek hemû eseran dide muesirê xwe û her fîîleke îcadî hemû ef’alan ji failê xwe re dike mal. Eynen welê jî her naveka ku di gerdûnê de xuya dibe (tecellî dike) hemû navan (îsîm) dispêre musemayê xwe û îsbat dike ku unwanên wî ne. Lewra ew navên ku di gerdûnê de xuya dibin (tecellî dikin) mîna daîreyên di nav hev de (dewaîrê mutedaxîle) û mîna heft rengên di ronayiyê de diçin nava hev û din de, alîkariya hev dikin û eserên hev û din temam dikin û dixemlînin. Wek mînak: Wê dema ku navê Muhyî di tiştekê de xuya dibe (tecelî dike) û di wê deqîqeya ku jiyanê dide wê (wê demê) navê Hekîm jî xuya dibe (tecelî dike), cesedê wî candarî ku hêlînâ wî ye bi hikmet tenzîm dike. Di heman rewşê de navê Kerîm jî xuya dibe; hêlîna wî dixemlîne. Di heman demê de navê Rehîm jî xuya dibe; hewceyiyên wî cesedî bi şefqet amade dike. Di heman demê de navê Rezzaq jî xuya dibe; rizqê madî û manewî yên ji beqaya wî candarî re pêwist in di awayê ku qet hêvî nedikir de dide. Û wekî wê…  Nexwe Muhyî navê kê be navê Hekîm yê di gerdûnê de binûr û hawir (muhît) e jî yê Wî ye û navê Rehîm yê hemû aferîdeyan bişefqet terbiye dike jî yê Wî ye û navê Rezaq yê bi kerema xwe hemû candaran xweyî dike jî navê Wî ye û unwanê Wî ye û wekî wê.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599
Fihrist
Lügat