BEŞA ÇARAN
Hişyarî: Wek çawa çar beşên Nameya Bîst û Şeşê bi hev re ne pêwendîdar in, deh meseleyên vê beşa Çarê jî bi hev re ne pêwendîdar in. Ji ber wê yekê divê li pêwendiyê neyêt nihêrtin. Çawa hatiye welê hatiye nivîsîn. Parçeyeke çi wê nameya ku bo xwendekarekî xwe yê girîng şandiye ye. Bersiveke bo pênc-şeş pirsên wî xwendekarî ne.)
Ewil
Ya Duduyan: Tu di nameya xwe de dibîjî ku, di tabîra
رَبُّ الْعَالَمِينَ
de “Hijdeh hezar alem” gotine. Tu pirsa hikmeta wê hejmarê dikî.
Birayê min, ez vê gavê hikmeta wê hejmarê nizanim, bes ez dikarim vî qasî bibêjim ku hevokên Qur’ana hekîm bi wateyeke bi tenê ne sînordar in, bêguman ji ber ku (ew ayet) xîtabî hemû çînên mirovan dikin, di şûna gişteke (kulleke welê de ye ku) ji her çînekê re wateyekê dihundirîn in. Ew wateyên ku hatine vegotin parçeyên (cuz’îyat) wê distûra gişkî (kullî) ne. Her mufesirek, her arifek behsa parçeyeke ji wê gişkê dike. Yan xwe dispêrin keşfa xwe, yan delîla xwe yan jî meşreba xwe û wateyekê li ser yên din re digrin (tercîh dikin.) Vaye di vêya hanê de jî taîfeyekê wateyeke ku muwafiqî wê jimareyê ye keşf kiriye. Wek mînak: Di hevoka?
مَرَجَ الْبَحْرَيْنِ يَلْتَقِيَانِ * بَيْنَهُمَا بَرْزَخٌ لاَيَبْغِيَانِ
ya ku ehlê welayetê bi girîngî di zikr û wirdên xwe de dubare dikin de parçeyên