BEŞA SISÊYAN
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
يَۤا اَيُّهَا النَّاسُ اِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ وَاُنْثٰى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَۤائِلَ لِتَعَارَفُوا
لِتَعَارَفُوا مُنَاسَبَاتِ الْحَيَاةِ اْلاِجْتِمَاعِيَّةِ فَتَعَاوَنُوا عَلَيْهَا لاَ لِتَنَاكَرُوا فَتَخَاصَمُوا
Ango: “Min hûn taîfe taîfe, milet milet, qebîle qebîle afirandine; da ku hûn hev û din nas bikin û pêwendiyên hev û din yên jiyana komelî zanibin, alîkariya hev û din bikin. An na ne ku min hûn kirine qebîle qebîle da ku hûn hev û din înkar bikin û wek biyaniyan li hev û din binêrin û neyartiya hev û din bikin!”
Ev beşa hanê “Heft mesele” ne.
Meseleya Ewil: Ji ber ku ev heqîqeta giranbûha ya ku ev ayeta kerîme îfade dike aidê jiyana komelî ye, (nexwe) ez ê ne bi devê Seîdê Nû yê ku dixwaze ji jiyana komelê xwe bide alî; bê guman bi mebesta xizmeteke Qur’ana Ezîmûş’şe’n û bi fikra ku ji êrîşên neheq re bûbe çeper ez mecbûr bûm ku bi devê Seîdê Berê yê ku bi jiyana komelî re pêwendîdar e binivîsim.
Meseleya Duduyan: Em ê ji bo beyana “dîstûrên tearûf/hevnasîn û teawûn/arîkariya hev kirin”ê bibêjin ku: Wek çawa artêşek bo parleşkeran, parleşker bo hengan, heng bo gurdanan, gurdan bo liqan ta taqiman tên dabeşkirin. Da ku pêwendiyên cur be cur û zêde yên her neferekî û (herweha) li gorî wan pêwendiyan erkên wan werin naskirin û werin zanîn.. ta ku ferdên wê artêşê di bin distûra piştevaniyê de erkeke gelemperî ya rasteqîne bibîne û jiyana komelî ji êrîşa dijmin were parastin. An na neku sedema wê dabeşkirinê ew e ku liqek pozberiya liqa din bike, gurdanek dijminayiya gurdana din bike, parleşkerek dijê parleşkera din tevbigere ye.