Va ye, ji hevoka
اَنْ لَنْ نَقْدِرَ عَلَيْهِ
Heta hevoka
فَنَادٰى فِى الظُّلُمَاتِ
ê di ser gelek hevokan de hatiye qevaztin. Ew hevokên ku nehatine gotin fêhmê xerab nake; zerarê nade herikbariya wê. Di qiseya Cenabê Yunis Eleyhisselam de esasên girîng bi bîr dixe, yên mayî hewaleyî aqil dike.
Hem wek mînak, di sûreta Yûsuf de, di navbera peyva
فَاَرْسِلوُنِ
û
يُوسُفُ اَيُّهَا الصِّدِّيقُ
de li ser heft heşt hevokan de hatiye qevaztin. Fêhmê qet xerab nake, zerarê nade herikbariya wê. Di Qur’anê de îcazê bi vî rengî mu’cîzane gelek in û gelek xweş in.
Lêbelê heçîke ayeta sûreta
''ق''
ê ye; îcaza di wê de gelek ecêb û gelek mû’cîzane ye. Lewra, paşeroja bidehşet û dirêj ya kafirî, ew paşeroja ku rojeka wî bi qasî pêncî hezar salan e û ew bûyerên biêş û bidehşet yên di wê înqalabên hêwilnak de werin serê kafirî yeko yeko destnîşan dike. Fikrê (fikra însên) mîna birûskê li ser wan digerîne. Wê dema gelek û gelek dirêj mîna rûpeleke hazir datîne ber çavan. Wan bûyerên ku behsa wan nehatî kirin hawaleyî xeyalê dike û bi herikîneke bilind beyan dike.
وَاِذَا قُرِئَ الْقُرْاٰنُ فَاسْتَمِعُوا لَهُ وَاَنْصِتُوا لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ
Va ye ey Şeytan eger gotineke te ya din hebe bibêje!