Wek mînak
وَقِيلَ يَۤا اَرْضُ ابْلَعِى مَۤاءَكِ وَيَا سَمَۤاءُ اَقْلِعِى وَغِيضَ الْمَۤاءُ وَقُضِىَ اْلاَمْرُ وَاسْتَوَتْ عَلَى الْجُودِىِّ وَقِيلَ بُعْدًا لِلْقَوْمِ الظَّالِمِينَ
bi çend hevokên kurt bûyera mezin ya tûfanê bi encamên wê ve welê îcazkarane û mu’cîzane hatiye beyankirin ku gelek ehlê belaxetê ji belaxeta wê re daye secdekirin.
Hem wek mînak
كَذَّبَتْ ثَمُودُ بِطَغْوٰيهَا * اِذِ انْبَعَثَ اَشْقٰيهَا * فَقَالَ لَهُمْ رَسُولُ اللّٰهِ نَاقَةَ اللّٰهِ وَسُقْيٰهَا * فَكَذَّبُوهُ فَعَقَرُوهَا فَدَمْدَمَ عَلَيْهِمْ رَبُّهُمْ بِذَنْبِهِمْ فَسَوّٰيهَا * وَلاَ يَخَافُ عُقْبٰيهَا
Vaye, bûyerên ecêb û girîng yên Qewmê Semûdê bi encamên wê ve û bi dawiya wan ya xirab ve, bi çendik hevokên holê kurt, bi î’cazeke di nava îcazê de, bi herikbarî û bi aşkereyî û di awayekî ku fêhmê xirab neke de beyan dike.
Hem wek mînak,